1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan bo civîna li gel Putin ber bi Moskowê ve birêket
Erdogan bo civîna li gel Putin ber bi Moskowê ve birêket

Erdogan bo civîna li gel Putin ber bi Moskowê ve birêket

A+A-

Biryar e îro Pêncşemê, Serokê Rûsya û Serokkoamrê Tirkiyê li Moskowê bicivin û rewşa dawî ya li Idlibê gotûbêj bikin. Recep Tayyip Erdogan û şanda pê re îro ber bi Moskowê ve birêketin.

Serokomarê Tirkiyê û şanda pê re îro saet 10:35 ji Balafirxaneya Esenboga ya Enqerê ve ber bi Moskowê ve birêketin.

Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Darayî Verat Albayrak, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Ibrahîm Kalin, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk,  Serokê Saziya Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettin Altun jî li gel Erdogan serdana Moskowê dikin.

Serokomariya Tirkiyê ragihandiye, serdana Erdogan bo Rûsyayê bo rojekê ye.

Recep Tayyip Erdogan ragihandiye, mijara civîna wî li gel Vilademîr Putin dê rewşa Idlibê be.

Serokomarê Tirkiyê berî ku serdana xwe y abo Rûsyayê dest pê bike, di daxuyaniyekê de hêviya xwe nîşan da, ku bikaribe ligel Putin ji bo rewşa Idlibê bigihîje agirbesteke dawî.

Erdogan got: "Em hêvîdar in ligel birêzan bikaribin piştrastiyê ji bo agirbestê bidin."

Têkildarî rewşa Idlibê, di navbera Rûsya û Tirkiyê de nakokî hene. Tirkiye piştgirî li komên çekdar ên dijî rejîmê li Idlibê dike û daxwaza rawestandina êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê û vekişîna bo sînorê rêkevtina Soçî dike.

Lê belê Rûsya piştgiriya operasyona artêşa hikûmeta Sûriyê li Idlibê dike û  Tirkiyê bi binpêkirina agirbesta Soçî tometbar dike.

Piştî gelek civînên di navbera şandên leşkerî ya Tirkiyê û Rûsyayê de, niha çav hemû li ser civîna navbera Putin û Erdogan in, ku bi civîna yekalîker derbarê rewşa Idlibê tê naskirin.

Wezîrê derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov dibêje, rewşa li Idlibê girêdayî cîbicîkirina Rêkeftina Agirbesta li wê parêzeha Sûriyê ye û tekez dike: "Çareseriya kêşeya Idlibê li ser cîbicîkirina Rêkeftina Agirbesta Idlibê maye, ku di navbera herdu serokên Rûsya û Tirkiyê de, Îlona 2018an hate îmzekirin. Mixabin nehate cîbicîkirin. Em hêvîdar in civîna serok Putin û serok Erdogan guherînan ji bo vê rewşê dirust bike û wê rêkeftina ku hatiye îmzekirin, bibe warê cîbicîkirinê."

Berî niha Serokomarê Tirkiyê gotibû, wî daxwaza alîkariya çek û teqemeniyan ji Serokê Amerîka Donald Trump kiriye.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Suriyê, James Jeffrey jî ragihandiye, ew dixwazin ji bilî alîkariyên mirovî, çek û teqemeniyan jî bidin Tirkiyê.

Şerê Idlibê krîzeke mirovî ya mezin li Sûriyê peyda kiriye û nêzîkî yek milyon kesî di dema 3 mehan de koçber bûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.