1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan bo Amerîkayê: Hadê oxir be!
Erdogan bo Amerîkayê: Hadê oxir be!

Erdogan bo Amerîkayê: Hadê oxir be!

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê qeyrana di navbera Tirkiye û Amerîkayê de got: “Ti sedemeke aborî li holê nîne. Navê vê operasyona li dijî Tirkiyê ye. Ez ji Trabzonê radigihînim. Me lîstoka we dît û werin meydanê.”

A+A-

 

Serokomar Erdogan li bajarê Trabzonê di civîna berfireh a Encûmena Şêwirê ya Ak Partiyê de axivî û behsa qeyrana di navbera Tirkiye û Amerîkayê de kir.

 

Erdogan da xuyakirin, ku ti sedemeke aborî ya ceza û biryarên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê nînin û ev yek jî weke “operasyoneke li hember Tirkiyê” binav kir. Erdogan got: “Dixwazin di hemû waran de Tirkiyê bêparastin bihêlin û mixtacê xwe bikin. Ez ji Trabzonê radigihînim, me lîstika we dît û em dibêjin de werin meydanê. Eger hûn bi dolaran werin ser me em ê jî bi riyên din karê xwe bimeşînin."

 

Serokomarê Tirkiyê anî ziman ku bi provokasyon û darbeyê nekarîne li Tirkiyê bigihin armanca xwe lewma hewl didin bi pere û aboriyê dikin û got: “Ev bi eşkere şerê aboriyê ye."

 

Erdogan diyar kir: "Em ê teslîm nebin. Ew kesên ku hevkarî û hevpeymaniya stratejîk a li gel welatekî 81 milyonî di oxira têkiliyên xwe yên bi rêxistinên terorê re tune bike em ê jî dibêjin 'Hadê oxir be".

 

Derbarê biryarên dawîn ên ji bo zêdekirina baca li ser pola û elemînyûma Tirkiyê juî Erdogan got: “Me dît ku ev ji zimanê hiqûqî fêm nakin, zimanê din fêm dikin. Em ê bi zimanê hiqûqê biaxivin. Ew eger şerê bazirganiyê bifiroşin em ê berê xwe bidin tifaq û bazarên din. Baca li ser pola û elemînyomê zêde dikin. Di qanûnên Rêxistina Cîhanî ya Bazirganiyê de tişteke wiha nîne.”

 

Erdogan eşkere kir, ku sedema qeyrana di navbera herdu aliyan de ne meseleya bilindbûna diwîz an jî girtina qeşeyê amerîkî ye.  

 

Serokomarê Tirkiyê careke din bang li hemwelatiyên xwe kirk u eger dolarên wan hebin bila hûr bikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.