1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan bi seroka Myanmarê Aung San Suu Çîî re axivî
Erdogan bi seroka Myanmarê Aung San Suu Çîî re axivî

Erdogan bi seroka Myanmarê Aung San Suu Çîî re axivî

Serokomar Erdogan bi peywendiyeke têlefonê bi seroka Myanmarê Aung San Suu Çîî re axivî.

A+A-

 



Serokomar Erdogan got ku îxlalkirina mafên mirovan a li dijî misilmanên Arakanê zêde bû, ev yek di serî da welatên misilman li hemûyê dinyayê bû sedema fikaran.


Serokomar Erdogan bi peywendiyeke têlefonê bi seroka Myanmarê Aung San Suu Çîî re axivî. Serokomar Erdogan got ku îxlalkirina mafên mirovan a li dijî misilmanên Arakanê zêde bû, ev yek di serî da welatên misilman li hemûyê dinyayê bû sedema fikaran.

Serokomar Erdogan û Aung San Suu Çîî di serî da li ser mijara çareserkirina krîza heyî û meseleyên wek gihandina alîkariya însanî sekinîn. Erdogan bi bîr xist ku Tirkiye terorê jî, operasyonên ku sivîlên bêsûc û guneh hedef digirin jî şermezar dike û bal kişand ser meseleyê û got tirsa wan ev e ku ev bûyer mezin bibe û bibe sedema krîzeke însanî ya mezin.

Erdogan got ku Tirkiye piştgiriyê dide hewlên ji bo çareserkirina krîzê û ji bo zirar negihêje sivîlan lazim e hesas tevbigerin.

♦ ufkumuzhaber/kurdî

 

 

 

                

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.