1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan bersiva peyama Trump da
Erdogan bersiva peyama Trump da

Erdogan bersiva peyama Trump da

Erdogan derbarê serbestberdana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson de peyamek belav kir

A+A-

 

Serokomar Recep Tayyip Erdogan di bersiva peyam Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê serbestberdana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson de got: "Ez hêvîdar im ku Amerîka û Tirkiye di serî de PKK, DAIŞ û FETO li hember hemî rêxistinên terorê têkoşîneke hevpar bidin."

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitter derbarê serbest berdana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson de daxuyaniyê da û got: “Qeşe Brunson dê li Koşka Spî piştî nîvro ligel min be. Ew xiristiyanekî baş bû ku demên dijwar derbas kir. Ez ji bo alîkariyê spasiya Serokomar Erdogan dikim.”

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê serbestberdana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson de peyamek belav kir.

 

Recep Tayyip Erdogan di peyama xwe de wiha got: “Cenabê Serok Trump, wekî ku ez her car tekeziyê lê dikim, daraza Tirkî biryara xwe bi awayekî serbixwe da. Ez hêvîdar im ku Amerîka û Tirkiye bi awayekî ku di hevkariyê de berdewam bin. Di serî de PKK, DAIŞ û FETO li hember hemî rêxistinên terorê têkoşîneke hevpar bidin.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.