1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Erdogan: Amerîka dest bi vekişînê kiriye û emê êrîşa xwe dest pê bikin
Erdogan: Amerîka dest bi vekişînê kiriye û emê êrîşa xwe dest pê bikin

Erdogan: Amerîka dest bi vekişînê kiriye û emê êrîşa xwe dest pê bikin

A+A-

Serokomarê Tirkiyê di nûtirîn daxuyaniya xwe de piştî pêwendiya teelfonî ya li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro Duşemê ragihand, “hêzên Amerîkayê dest bi vekişînê kirine” û diyar kir, “em dê li gor plana xwe derbasî nav axa bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bibin.”

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan, îro li Enqerê derbarê pêwendiya telefonî ya xwe û Donald Trump de ku şeva bihorî bi hev re axivîbûn, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, vekişîna hêzên Amerîkayê dest pê kiriye, Trump berê soz dabû, lê ew soz hinek dereng ket.

Erdogan got: “Biryara vekişînê demek e ku hatiye dayîn, lê belê dereng hat cîbicîkirin. Serok Trump şeva bihorî di pêwnediya telefonî de tekez kirk u dê vekişe.”

Erdogan careke din amaje bi wê yekê kir, ku li aliyê sînorê Sûriyê gefa terorê li ser Tirkiyê heye û da xuyakirin, ku ew ji wê zêdetir narawestin û dê êrîşa xwe dest pê bikin. Erdogan got: “Li ser sînorê me gefa rêxistinên terorîstî heye, em ji vê zêdetir ranawestin û em dê şevekê êrîşa xwe dest pê bikin, çimku gefa rêxistinên terorîstî bo ser welatê me nayê qebûlkirin.”

Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir: “Her wek ku pêştir me soz dabû, em dê biçin bakurê Sûriyê û emê plana xwe cîbicî bikin. Destpêka meha bihê jî ez diçim Koşka Spî, bo hevdîtina li gel Serokê Amerîkayê.”

Daxuyaniya Erdogan di demekê de ye, ku îro Koşka Spî piştî pêwendiya telefonî ya Erdogan û Trump daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, di demeke nêzîk de Tirkiye operasyoneke serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê dest pê dike.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye gotin, hêzên Amerîkayê beşdarî di operasyona Tirkiyê de nakin û alîkariya wê nakin, hevdem astengiyê jî bo operasyonê çênakin.

Koşka Spî herwiha ragihandiye, Amerîkayê Xîlafeta DAIŞê li navçeyê têk bir, lê belê li wan navçeyan amade nabe ku operasyon têde tên encamdan.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, herwihaTirkiye berpirs dibe li hember wan çekdarên DAIŞê ku di maweya du salên bihorî de li navçeyê hatine girtin.

Piştî daxuyaniya Koşka Spî, Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, Ibrahîm Kalin jî li ser twîtterê ragihand: “Di çarçoveya yekparçeyiya axa Sûriyê de, du armanc ji pêkanîna navçeya aram hene û ev jî nehêlana endamên terorê û parastina sînorên me û herwiha vegera koçberan bi awayekê ewle ne.”

Ibrahîm Kalin diyar kir: “Tirkiye bihêz e û bi biryar e”. Berdevkê Serokomariya Tirkiyê destnîşan jî kir, ku “çavê Tirkiyê li axa ti kesî nîne.”

Vekişîna hêzên Amerîkayê ji bakurê rojhialtê Sûriyê di pratîkê de dawî li kempîna Hevpeymanan a li dijî paşmayiyên DAIŞê tîne, di demekê de ku berpirsên Amerîkayê, DAIŞ hêj xwedî toreke terorîstî ya bihêz e ku dikare li dijî Amerîkayê û hevpeymanên wê êrîşan pêk bîne.

Li bakurê rojhilatê Sûriyê ango herêmên Rojhilatê Firatê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza wê ya sereke pêk tîne, desthilatdar e û kontrola wan navçeyan dike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku di sala 2015an de bi destpêşxeriya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û bi piştgiriya Amerîkayê hatiye damezrandin, bihêztirîn aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê, li Sûriyê ye, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG), hêza sereke ya wan hêzan pêk tîne.

YPG bi xwe baskê leşkerî yê PYDê ye û ji herêma Şehba û Minbicê heta niha Dêre Zorê, rûbereke berfireh ji axa Sûriyê kontrol dike.

Tirkiye YPG û HSDê weke baskên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Sûriyê dibîne û wan weke rêxistinên terorîstî bi nav dike, lê YPG û HSD wê yekê red dikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.