
ENDONEZYAYÊ LI HEMBERÎ BIRÎNDAR KIRINA XETÎBÊ MESCÎDUL EQSAYÊ BERTEK NÎŞA DA
Hikimeta Endonezyayê ji ber birîndar kirina Xetîbê Mescîdul Eqsayê polîsê Îsraîlê şermizar kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Endonezyayê Arrmanatha Nasîr di civîna medyayê da got: Em ji rewşa Mescîdul Eqsayê acizin. Em ji ber birîndar kirina Xetîbê Mescîdul Eqsayê Şeyh Îkrîme Sabrî polîsê Îsraîlê şermizar dikin.
Nasir gazî Teşkîlata Hevkariya Îslamî u dewletên Rojhilata Navîn kir ku ji bo ewlehî û îstikrara Mescîdul Eqsayê lazime pêkutî li ser Îsraîlê bêne kirin.
Di vê navberê da Wezîrê Karên Derve Retno Marsudî ji bo nirxandina rewşa Qudusê bi hemtayê yê xwe yê Urdunê ve hevdîtina telefonê pêk anî.
Li welat, gelek civatên îslamî wê li hemberî êrişên Îsraîlê piştî nimêja îniyê protestoya pêk bînin.
Polîsê Îsraîlê li derên Mescîdul Eqsayê derên lêgerîna metal yên elektronîk ava kiri bun û Filîstîniyan jî ev rewşe protesto kiri bun û nimêja xwe li nêzîkê derê bi şêhir kiri bun û polîsê Îsraîlê jî mudaxale kiri bu.
Di demê mudaxaleya polîsan da Serokê Heyeta Bilind yê Îslamî yê Qudusê û Xetîbê Mescîdul Eqsayê Şeyh Sabrî bi gulleyên plastîk hatibu birîndar kirin. Şeyh sabrî di demê balavkirina civakê da hatibu birîndar kirin.
♦ ufkumuzhaber/kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.