1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Endamên OPECê li ser kêmkirina berhemanîna petrolê li hev nekirin
Endamên OPECê li ser kêmkirina berhemanîna petrolê li hev nekirin

Endamên OPECê li ser kêmkirina berhemanîna petrolê li hev nekirin

Endamên OPECê li ser kêmkirina berhemanîna petrolê negihiştin rêkeftinê. Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê ji bo ku li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bicive, vegeriya welatê xwe.

A+A-

 

Di civîneke giring a OPEC û Rûsyayê de ku roja pêncşemê li Viyenayê birêve çû, welatên berhênerên petrolê hewl dan ku rêyek bibînin ji bo parastina petrola depokirî û hêrsnekirina Serokê Amerîkayê Donald Trump ku tenê çend saetek berî encamdana civînê daxwaz kiribû ku nirxê petrolê dakeve, ji ber ku weke Trump dibêje, cîhan nirxê bilind ê petrolê naxwaze.

 

Her çiqas çavkanî dibêjin ku hejmarek endamên OPECê li ser kêmkirina berhemanîna petrolê li hev kirin jî, lê wisa diyar e ku hêj OPECê li ser rêjeya kêmkirinê li hev nekiriye.

 

Nirxê petrolê jî bo 59.48 dolar daketiye, piştî wê yekê ku konferansa rojnamevaniyê ya OPECê ku biryar bû vê êvarê were encamdan, hilweşiya.

 

Li gor zanyariyan, Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê ji Viyenayê vegeriyaye Rûsyayê daku li ser biryara dawî li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biaxive.

 

Tê payîn ku Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê sibeha roja înê vegere Viyenayê daku beşdarî berdewama civînê bibe.

Etiketler : , , ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.