1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Endamên muslimanên Arakanê tên dizîn
Endamên muslimanên Arakanê tên dizîn

Endamên muslimanên Arakanê tên dizîn

A+A-


Li herêma Uxîaya bajarê Kaksabajarê Bangladeşê li zomê-kampê zikê gêncekî bextxwaz î musliman êşîya. Ew hat hilanîn nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê endamên hundirê laşe wî hatin dizîn.

 

Mûḥemmed Zebir hat hilanîn nexweşxaneya UNICEF-ê lê dixtor berê wî dan nexweşxaneya dewletê.

Ew zindî ket nexweşxaneyê lê mirî derket û endamên hundirê laşe wî jî hatibûn dizîn.

Famîle-malbat dibêje tevlî endamê wî yê cinsî hemû endamên wî yên hundirî hatiye dizîn û li ser vî awayî gilîyê-şîkayeta dixtorî û nexweşxaneyê kir.

Dezgeha Koçberîyê ya Navneteweyî (IOM) dibêje ku bi hezaran bextxwazên Arakanî dibin bikevin destê qaçaxçîyên mirovan.

IOM dibêje ji ber ku Arakanî xizan-feqîr in û keysa karkirina wan tune ye ew li hemberî qaçaxçîyên mirovan bêparastin in.

Nemaze jin û zarokên qîzî hê bêtir di xeterê de ne. Qaçaxçîyên mirovan berê wan didin firotina namûsê.

Li gora Neteweyên Yekbûyî (NY), Ji 25ê Tebaxa 2017ê ve bêtirî 700.000 kesî ji Arakanê revîyane û xwe avêtine bextê Bangladeşê.

Dezgehên mafên mirovan-ḥiqûqê însanan  ên navneteweyî bi dîmenên ji asîmanan girtî îsbat kirine ku bi sedan gund hatine tunekirin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

                        

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.