1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Endamên Kongreya Amerîkayê ji bo Efrînê ji Tillerson re nameyek şand
Endamên Kongreya Amerîkayê ji bo Efrînê ji Tillerson re nameyek şand

Endamên Kongreya Amerîkayê ji bo Efrînê ji Tillerson re nameyek şand

Hat ragihandin ku 8 endamên Kongreya Amerîkayê beriya serdana Tirkiyeyê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ji bo rewşa Efrînê nameyek ji tillerson re şand.

A+A-

 

 

Li gorî nûçeyeke Rûdawê 8 endamên Kongreya Amerîkayê yên ji Partiya Demokratan, beriya serdana Tirkiyeyê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson derbarê şerê li Efrînê de nameyek nivîsand.

 

Endamên kongreye di wê nameyê de ji Tillerson re diyar kir ku ew ji ber rewşa li Efrînê gelekî nîgeran in û got, Efrîn ji sala 2011an ve ji bo bawerî û neteweyên cuda yên Sûriyeyê her tim bûye herêmeke aram û ji wê demê li wê herêmê dijîn. Di berdewamiya nameyê de ev tişt hat gotin, "Lê niha ji ber êrîşên artêşa Tirkiyeyê ew aramiya têkçûye û bi sedan kes bûne qurbanî û bi hezaran kes jî koçber bûne."

Endamên Kongreya Amerîkayê di wê nameya xwe de ev tişt jî anîn ziman: "Em rêzê ji Tirkiyeya hevpeymanê NATOyê re digirin ku sînorên xwe biparêze. Lê li gorî yasayên navdewletî divê dewleta Tirkiye silametiya xelkê sivîl xerentî bike û rê ji bo rêxistinan bide ku ew alîkariya tenduristî û mirovî dabîn bikin."

Endaman ji Tillerson xwest ku wê nameya wan bigihêjîne Tirkiyeyê.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.