
Encûmena Bilind a Referandûmê endamên komîteyan diyar dike
Biryar e sibe Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bicive û endamên wan komîteyên ku ber biryara avakirina wan dabûn diyar bikin.
A+A-
Li gorî ragihandina K24ê Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Huşyar Sêweylî diyar kiriye ku, "Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bicive û endamên wan komîteyên ku ber biryara avakirina wan dabûn diyar bikin."
Sêweylî got: "Herwiha ew welatên ku komîteyên Encûmena Bilind a Referandûmê ku serdana wan bikin jî diyar dikin."
Huşyar Sêweylî amaje bi wê jî kir, nûnerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) her ew dibin yên ku di civîna berê de beşdar bibûn.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.