1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Emîne Ayna: Kurdên başûr piştgiriya DTP-ê dikin lê belê mixabin me baş nas nakin
Emîne Ayna: Kurdên başûr piştgiriya DTP-ê dikin lê belê mixabin me baş nas nakin

Emîne Ayna: Kurdên başûr piştgiriya DTP-ê dikin lê belê mixabin me baş nas nakin

A+A-

Hevseroka DTP-ê Emîne Aynayê behsa serdana heyeta DTP-ê ya başûrê Kurdistanê kir û got tevahiya kurdên başûr piştgiriya partiya wan DTP-ê dikin. Lê belê Emîne Aynayê got: — Di hevdîtinan de xeterek hebû, hewayekê wekî ko em pirsgirêka kurd ji du partiyên pir dûrî kurdan re diaxivin hebû.

Emîne Aynayê duhî ji DIHA-yê re got kurdên başûr difikirin ko biserketina DTP-ê ya di hilbijartinan de dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bibe firseteke mezin. Emîne Aynayê got performansa parlamenterên DTP-ê nîşan daye ko niha li Parlamentoya Tirkiyeyê tene AKP û DTP hene.

Emîne Aynayê got berê jî carekê wan xwest biçin serdana Kurdistanê û digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bicivin lê belê »xeletiyeka wan« bû sebeb ko wan cara berê nekarî Mesûd Barzanî bibînin û got:

— Ji ber kêmasiyeka ji aliyê me qewimî cara berê em tenê bi Celal Talebanî re hatin cem hev. Vê carê me bi rêzdar Barzanî û rêzdar Talebanî dît. Di hevdîtinê de derket holê ko polîtîkayên AKP-ê di serî de Barzanî, Talebanî û tevahiya kurdên wir dixe nav gumanan. Li ser pirsa ”Em dikarin ji bo pirsgirêkan çi bikin?” minaqeşe hat kirin. Hevparî derket holê. YNK û PDK bi taybetî dixwazin hêza DTP-ê zêde bibe. Wan bi xwe jî diyar kir ko DTP di hilbijartinan de biserketî be dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd derfet û firseteke mezin derkeve holê. Wan diyar kir ko di vî warî de hêviya wan ji DTP-ê heye.

— Hem PDK-ê hem jî YNK-ê di hevdîtinên xwe yên digel Tirkiye û Emerîkayê de jî bal kişandine ser çareseriya demokratîk û li dijî rêyên çekdarî derketine. Di warê çareseriya neteweyî de jî hevdîtinên me çêbûn. Di hevdîtinan de xeterek hebû, hewayekê wekî ko em pirsgirêka kurd ji du partiyên pir dûrî kurdan re diaxivin hebû. Vê yekê ez xemgîn kirim. Kifş e ko çareseriya kurdên bakur ji kurdan zêdetir bi AKP-ê re minaqeşe kirine. Lê belê lazim e di vî warî de em bi kurdan re têkiliyên xwe zêdetir bikin. Ev kêmasiya me ye jî û ya wan e jî. Hê dewletên derdorê federasyona Kurdistanê nas nakin. Diyar e ko kurd di demekê xeternak re derbas dibin. Lazim e ji bo vê yekê hemî kurd yekîtiya xwe xurt bikin û di hemî waran de piştgiriyê bidin hev.

Emîne Aynayê got hêviya wan ew e ko hêzên kurd bi ti awayî piştgiriyê nedin polîtîkaya şerî ya Tirkiyeyê û got:

— Yanî lazim e piştgiriyê nedin AKP-ê. Me ev yek bi zelalî got. Minaqeşeyên me baş derbas bûn. Lazim e têkiliyên me bidomin. Em niha li Tirkiyeyê nûnerê kurdan in. Cîhan jî wiha qebûl dike. Ji ber wê yekê em difikirin ko komîteyekê ava bikin da tenê bi saziyên kurdan re têkiliyan pêşve bibe. Ji ber kêmasiya diyalogê hin agahiyên xelet derdikevin holê. Di warê ko AKP dê bibe hêza çareseriyê de ti hêviya wan nîne. Ew dibêjin »AKP ji CHP-ê baştir e«. Me jî ji wan re got ko »AKP jî û CHP jî polîtîkaya îmha û înkarê dimeşînin. Helwêsta wan ya berî hilbijartinên 22-ê tîrmehê gelek guhoriye. Ti hêviyê ji AKP-ê nakin. Di hevdîtinan de kifş bû ko hêviya wan ji AKP-ê şikestiye. Bi taybetî ya rêzdar Barzanî. Wisa hîs dikin ko gotina Erdogan ya »Yan (ji Tirkiyê) hez bike an terk bike« ji wan re hatiye gotin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.