1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. EMERÎKA LI AFGANÎSTANÊ DIBE SEDEMA KAOSÊ
EMERÎKA LI AFGANÎSTANÊ DIBE SEDEMA KAOSÊ

EMERÎKA LI AFGANÎSTANÊ DIBE SEDEMA KAOSÊ

A+A-

 

 

Hikimeta Afganîstanê hem ji aliyê leşkerî hem ji aliyê siyasî ve di bin zextandaye. Hikimet ew qas zeîf buye ku hikimdariya wê li welati qet nemaye.


 

Hikimeta Netewiya Yekîtiyê ya Afganîstanê li hinek cihên welat bi muxalifan şerê çekdarî dike. Hita li hinek cihan şerên giran diqemin ku hikimet nikare bi serkeve. Wekî din jî siyasetmedarên muxalif bandora xwe roj bi roj li ser dewletê zêdetir dikin û li hemberî dewletê cihê xwe digirin. Roj bi roj hereketên muxalifên dewletê derdikevin meydanê.

Şêwirmendê ewlehiya netewî yê Afganîstanê yê bere Rangîn Dadfar Spanta dibêje: Hikimeta yekîtiya netewî bi siyaseta xwe ya ji derve, welati qurbana hinek dewletan dike. Dewleta niha tenê di xêra xwe da ye û li gorî qanunan hereket nake.

Di derheqê rewşa niha ya Afganîstanê da şêwirmend Vahît Mujde jî dibêje: Afganîstan ji aliyê siyasî û leşkerî ve dest û piyên wê hatine girêdan, nikare hikim li welat bike. Heke gelek cihên welat di bin hikmê Talîban da bin, hikmê dewletê neyê qebul kirin û li hemberî vê hikimetê bi pişgiriya Emerîkayê koalîsyonek hatibe ava kirin kaos u arêşeyên mazintir dê çêbibin.

Li gorî Mujde heke rewş hoke dewam bike, hikimet reformên bingehîn neke, li gorî berjewendiyên Emerîkayê li hemu Afganîstanê hitîmala kaos û anarşîyê zedê dibe.

♦ ufkumuzhaber/kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.