
EMERÎKA DIXWAZE PÊŞYA TÊKÇUNA IŞÎDÊ LI SURYÊ BIGRE
Işîdê li Iraq û Suryê derbeyên mazin xwarin û niha di sekeratê da ye û hinek pişgirên Işîdê dixwazin pêşya mirina Işîdê bigrin.
Di van şertan da Emerîkayî bi aşkerayî alîkariya terorîstên Işîdê dikin û naxwazin li Suryê û Iraqê Işîd bi temamê puç bibe. Işîdê di dewamiya têkçunên xwe da li Ebu Kemalê derbeyên mazin xwarin û ji wî bajari jî mecbur ma ku bireve.Di vê çarçovê da Emerîka alîkariya Işîdê dike ku hêzên Suryê û hêzên geli li Ebu Kemalê bi aramî hereket nekin. Hêzên Emerîkayê alîkariya terorîstên ji Ebu Kemalê direvin dike.
Di vê navberê da berpirsên Emerîkayî ji bo ku terorîst îmha nebin û bê taluke biborine herêmên din alîkariyê dide wan.
Ebu Kemala nêzîkê 120 hizar serjimara wê heyî eve 3 sale di destê terorîstên Işîdê da bu. Bîrên mazin yên petrolê li vi bajari bun û ev bajare li ser hidudê Iraq û Suryê bu. Ev bajêre kela dawîya ya di destê Işîdê da ya li rojhilatê Surya dihate hisab kirin.
♦ufkumuzhaber/Kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.