1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. 'Em rê nadin ti guhertineke li dijî statu û mafên Kurdan'
'Em rê nadin ti guhertineke li dijî statu û mafên Kurdan'

'Em rê nadin ti guhertineke li dijî statu û mafên Kurdan'

A+A-

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku têkçûna rewşa Iraqê ne di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye û piştevaniya Hikûmeta Kurdistanê bo Adil Ebdûlmehdî ragihand bo encamdana çaksaziyan û got ku ew ti guhertinekê li Iraqê ku li derveyî rêkarên destûr û yasayan pesend nakin û rê nadin guhertinek li dijî mafên Kurdan û herwiha statûya Kurdistanê bê kirin.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Qubad Talebanî, cîgirê serokwezîr civiya.

Bûyera kuştina Bexdadî

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di destpêka kombûnê de Mesrûr Barzanî, amaje bi bûyera kuştina Rêberê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî kir û got, “Rast e kuştina Bexdadî gelek girîng bû, lêbelê ev ne bidawîhatina DAIŞ û terorê ye, niha jî DAIŞ metirsiyeke cidî ye li ser niştecihên herêmeke berfireh li Iraqê.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir, “Efsaneya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat têkbirin ku bû destpêka têkçûna DAIŞê li Sûriyê ku ew jî li ser destê Kurdan.”

Rewşa Iraqê û helwesta Hikûmeta Kurdistanê

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di beşeke axaftina xwe di civîna Encûmena Wezîran bo rewşa niha ya Iraqê û xwepêşandanên li bajarên Iraqê kir û got, “Têkçûna rewşa Iraqê di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê de nîne. Em li gel daxwazên rewa û aştiyane yên xwepêşanderan in, lêbelê em li dijî bikaranîna tundûtujiyê ne ku her ji kîjan alî be.”

Herwiha Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya Herêma Kurdistanê ji Serokwezîrê hikûmeta Iraqê Adil Ebdûlmehdî re ragihand bo encamdana çaksaziyan û pêşkêşkirina xizmetgûzariyan û derbarê guhertinan de jî got, “Em ti guhertineke li derveyî rêkarên destûr û yasayan pesend nakin û li dijî her hewldanekê ne bo kêmkirin û destkarîkirina di desthilat û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de û rê bi wê nadin ti guhertinek di destûra Iraqê de rû bide ku li dijî maf û daxwazên xelkê Kurdistanê û statûya federal a Herêma Kurdistanê be. Em daxwaz ji hemû hêz û aliyên Kurdistanî dikin ku yekrêz û yekdeng bin bo parastina li mafên me yên destûrî.”

Sindoqa Hertimî ya Hawarhatina Mirovî hat avakirin

Di berdewamiya civînê de pêşniyarên pêkanîna Sindoqa Hertimî ya Hawarhatina Mirovî li Herêma Kurdistanê hatin pejirandin ku bi vî awayî bê handan hikûmeta federalî, ajansên ser bi Netewên Yekgirtî, aliyên komekbexiş, saziyên mirovî û kompaniyên kerta taybet yên navxwe û biyanî di karûbarên vê sindoqê de beşdar bin.

Di beşeke din ya vê civînê de behsa pêngavên dawî yên amadekirina karnameya çar salan ya wezaret, deste, komîte û aliyên ku ne bi ser wezaretan ve ne hatin kirin ku li ser vê mijarê di demeke nêz de biryarek were stendin.

Careke din weke karên li pêş yên di nava bernameya sereke ya kabîneya 9an de, tekezî li ser amadekirina projeyasaya reforman û pejirandina vê yekê hat kirin da ku bo Parlamentoya Kurdistanê were şandin.

Pişt re projeyasaya sererastkirî ya pêkanîna civatên şaredariyên Herêma Kurdistanê, bi liber çavgirtina wan têbîniyên ku hatibûn pêşkêşkirin hat pejirandin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.