1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Elî Qeredaxî bo Nêçîrvan Barzanî: Baweriyeke min a mezin bi we heye
Elî Qeredaxî bo Nêçîrvan Barzanî: Baweriyeke min a mezin bi we heye

Elî Qeredaxî bo Nêçîrvan Barzanî: Baweriyeke min a mezin bi we heye

A+A-

 Emîndarê Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Cîhanî Prof. Dr. Elî Qeredaxî peyameke pîrozbahiyê ji Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û ragihand: “Baweriyeke min a mezin bi we heye ku hûn li ser hemû astan bibin nûnerê herî baş ê Kurd.”

 

Prof. Dr. Elî Qeredaxî di peyama xwe de pîrozbahî li Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike û diyar dike: “Ez kêfxweş im bi arastekirina pîrozbahiya herî ciwan bo cenabê we û gelê xoşewîst ê Kurdistanê bi boneya hilbijartina we weke Serokê Herêma Kurdistanê. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim pêngavên we bihêztir û qaîmtir bike û di cîbicîkirina erkên we de serkeftin û gotûbêj bibin hevalên we.”

 

Qeredaxî herwiha eşkere kiriye: “Baweriyeke min a mezin bi we heye ku hûn li ser hemû astan bibin nûnerê herî baş ê Kurd û weke ku me berê dît, alîkariya biratî û niştimanî derxin holê û peywendiyên navdewletî bihêztir bikin û xizmeta gel û miletê xwe bikin.”

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.