1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Elî Babacan: Me dest bi xebata avakirina partiya nû kiriye
Elî Babacan: Me dest bi xebata avakirina partiya nû kiriye

Elî Babacan: Me dest bi xebata avakirina partiya nû kiriye

A+A-

Elî Babacan ku dest ji AK Partiyê berdabû, bi fermî aşkere kir dest bi xebatên avakirina partiya nû kirine.

 

Elî Babacan ku yek ji damezîrênerên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ye û dest ji wê partiyê berdaye, di daxuaniyeke bi boneya Cejna Qurbanê de, behsan hewlên ji bo avakirina partiyeke nû li Tirkiyê kirine.

 

Elî Babacan ragihandiye wî pêştir jî anîbû ziman ku pêiviya Tirkiyê bi vîzyoneke nû heye. Babacan diyar dike ku di vê çarçovê de bi awayekî fermî aşkere dike ku wî li gel hevalên xwe dest bi avakirina partiyeke nû kirine.

 

Elî Babacan radigihîne piştî daxuniya wî ya cudabûna ji AK Partiyê, hejmareke zêde ya welatiyan piştevanî û îradeya xwe nîşan dane û beşdarî xebatên wan bûne.  Babacan diyar dike armanca wan ew e ku di demeke kurt de kadroyeke berfireh pêk bînin.

 

Di dewama daxuyaniya xwe de Babacan aşkere dike ku deriyê wan ji pêşniyazên her beşa civakê re vekiriye û dibêje ew neçar in ku diyalogê bingeh bigirin, li gel hev kar bikin û bi vî awayî pirsgirêkan çareser bikin.

 

‘Xebata me li cîhanê jî elqeyeke mezin dibîne’

 

Elî Babacan dibêje xebata wan daye destpêkirin di heyamekê de ye ku popûlîzmê ziyan gihandiye nirxên gerdûnî, seqamgiriya aborî û darayî di bin metirsiyê de ye û pirsgirêkên derbarê hawirdorê hatine paşguhkirin, ne tenê li Tirkiyê, li cîhanê jî rastî eleqeyeke mezin tên.

 

Damezrênerê AK Partiyê yê berê radigihîne ku armanckirina bilindtirîn standardên maf û azadiyan, xebata bi rijd a bo demokrasiya pêşkeftî, parastina serdestiya hiqûqê, pêkanîna polîtîkayeke aboriyê ya bi rêbaz û saziyên pêbawer, nîşandana îradeyeke bihêz bo parastina hawirdorê, bo Tirkiyê bûne pêdiviyên girîng.

 

Babacan di dawiya daxuyaniya xwe de amaje bi wê dike ku di heyamên pêş de ew dê li ser agahdarkirina raya giştî derbarê xebatên partiya nû de berdewam bin.

 

Elî Babacan 8ê Tîrmehê bi fermî dest ji AK Partiyê berdabû. Babacan yek ji damezrênerên wê partiyê bû û heyamekê Wezîrê Derve yê wî welatî, wezîrê dewletê yê karûbarên aboriyê û demekê jî weke Cîgirê Serokwezîr erk wergirtibû.

 

Berî niha hatibû gotin ku Elî Babacan li gel Serokomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gul dest bi xebatên avakirina partiyeke kirine.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.