1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Elawî: Serok Barzanî piştevaniyê li Adil Ebdilmehdî dike
Elawî: Serok Barzanî piştevaniyê li Adil Ebdilmehdî dike

Elawî: Serok Barzanî piştevaniyê li Adil Ebdilmehdî dike

Serok Barzanî piştevaniya li arasteya karkirina Adil Ebdilmehdî bo pêkanîna hikûmeta Iraqê dike, lê divê aliyên siyasî piştevaniya wî bikin.

A+A-

 

Serkirdeyê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan Eyad Elawî di bernameyeke telefizyonî ligel kenala (alsharqiya) amaje bi helwesta Serok Barzanî kir û got: “Serok Barzanî ji min re got, em piştevaniyê li wê rewangehê dikin, nabe em Adil Ebdilmehdî bixin qefesekê û jê re bibêjin vî karî bike û bê piştevanî bihêlin.

 

Eyad Elawî got: “Adil Ebdilmehdî dikare roleke girîng di qonaxa bê de bigire, bi merca ku aliyên siyasî piştevaniya wî bikin.”

Amaje bi wê yekê kir, hin hêzên siyasî li cihê guftûgoyeke berfereh ji bo dariştina bernameyekê ji hikûmeta dahatî re bikin, ketine guftûgoya kî kîjan wezaretê werbigire û got: “Hin hêzên siyasî di nava wan de jî lîsta Saîrûn bernameyeke hikûmî pêşkêş kirine. Lê hin hêzên din ketine guftûgoya kî kîjan wezaretê werbigire.”

Parlemantoya Iraqê roja 2ê Cotmebê Adil Ebdilmehdî bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê spartibû. Li gor destûra Iraqê jî, divê Adil Ebdilmehdî di heyama 30 rojî de hikûmeta xwe pêk bîne û ji bo pesendkirinê pêşkêşî parlemantoyê bike.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.