
Eksperê sûrîyeyî behsa senaryoyên naskirina otonomîya kurd kir
Endemê Komîteya Platforma `Astana` ya Herêmên Kêmkirina Rageşîyan destnîşan kir ku ji bo naskirina xweserîya kurdan a li Bakûrê Sûrîyeyê dixebitin.
Endemê Komîteya Platforma `Astana` ya Herêmên Kêmkirina Rageşîyan, rêvebirê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çavdêrî û Analîza Rewşa Sûrîyeyê Seleheddîn Bilal di civîna rojnamevanî ya li Ajansa Înformasyonî ya Navneteweyî `Rûsya Îro` lidar xist de ragihand ku di pêşerojê de naskirina herêma xweser a kurdan a li Bakûrê Sûrîyeyê dikare bi awayên cuda pêk were. Ji bo nimûne wek Osetya Başûr yan jî Kosova.
Li gor gotinên wî, çend varyantên çareserîyê hene. Yek ji wan dikare xweserîya Rojava be û ew jî pêwistê naskirina navneteweyî ye. Seleheddîn Bilal di berdewamîya axaftina xwe de got ku ``Niha em çend varyantên cuda analîz dikin yên dikarin bêy serlêdana NY ji alîyê civaka navneteweyî ve naskirina xweserîya kurdan dabîn bikin.
Em dikarin rewşên li Prîdnestrove, Abxazya û Osetya Başûr wek nimûne binirxînin. Varyantên din jî naskirina xweserîya qismî ye. Wek nimûneya Kosovayê. Lê, helwestên DYA û Tirkiyeyê gelek giring in, ku ew jî baş ne zelal in``.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.