
Ebû Mucahîd: Suîqesda li Filistînîyan dê bê gerew nemîne
Ebû Mucahid li ser gefên li dijî Ẍezeyê di ravekirina xwe ya televizyona Elmeyadînê de got “rejima rêbir baş zane ku kuştinên wê yin li dijî Ẍezeyê dê bê gerew nemînin û dê têkoşîna Filistînî di her kuştin û êrîşeke kuştinî de teqez vî awayî bê gerew nehêle’.
Selahîyetdarê Filistînî got mumkin e ku her cûr senaryo peyda bibe û eger wezîrê şerî yê sîyonîstê Îsraîlî Avîgdor Lîberman tevgereke nû ya sûcî bide destpêkirin ew ê dînîtî be û hêzên têkoşîna Filistînî dê di wê gavê de li wan vegerînin.
Lîberman got ku ji bo li Ẍezeyê fetisandina tevgera Ḥemasê pîlaneke heşt madeyê tê pêkanîn.
Lîberman, di hevpeyvîna xwe ya dirêj a bi qezeteya Makor Rîşona Îsraîlê re ya ji alîyê Navenda Zanyarîya Filistînî ve bi kinayî hatiye tercûmekirin de îddîa kir de beḥsa strategîyeke birêvebirî ya tunekirina Ḥemasê kir û îddîa kir ku ew vê bi hevkarîya Misrê dikin.
Lîberman da xuyandin ku strategîya wan a pêşîn azadkirina dîlgirtîyên di destê Ḥemasê de ye û rastkirina rewşa însanî ya li Ẍezeyê maye li ser vê.
Lîberman li ser dergehê Refeḥê jî rave kir ku Misr her carê wek biryara xwe nîşan bide jî ew wê bi hevkarîya Îsraîlê vedike.
♦ufkumuzhaber/Kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.