1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ebdulmehdî: Em di navbera du bijardeyan de mane
Ebdulmehdî: Em di navbera du bijardeyan de mane

Ebdulmehdî: Em di navbera du bijardeyan de mane

A+A-

 Piştî sê rojan ji xwpêşandan û aloziyên Bexdayê û çend bajarên din, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, peyameke da û ragihand, piraniya dxawazên xwpêşanderan rewa ne û ew piştgirî didin wan daxwazan lê tekez kir, di destê hikûmetê de çareseriyeke mucîzeyî nîne û di nava salekê de pirsgirêk nayên çareserkirin.

Piştî berdewamiya xwepêşandanên nerazîbûnê yên li dijî hikûmetê, gendelî, bêkarî û nebûna derfetên kar li Bexdaya paytext û 11 bajarên din ên Iraqê, Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî duh derange şevê li ser televîzyona fermî ya dewletê gotarekarasteyê xelkê Iraqê kir.

Adil Ebdulmehdî di gotara xwe de ragihand, ew niha “di navbera du bijardeyên hebûna dewletê û nebûna dewletê û alozî û bêserûberiyê de mane” û got, di pêvajoyê demokrasiyê de wan serkeftinên mezin bi dest xistine û tekez kir, niha ew “bi awayekê ciddî hewl didin xizmeta gel bikin”.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî herwiha ragihand, ew neçar mane ku hinek tedbîrên ewlekariyê li hemberî xwepêşandanan bigrin weke ragihandina qedexeya hatin û çûnê.

Ebdulmehdî got jî, hinek alî dixwazin arasteya xwepêşandanan biguherînin û ji naveroka daxwaziyên rewa yên xelkê dûr bikin.

Bi gotina Ebdulmehdî ew hewl didin, “di destpêkê de reweşa niha ya aloz asayî bikin” û bang li hemû aliyan kir, ku “rêz li yasayê bigirin û ewlehî û seqamgîriya welat biparêzin.”

Serokwezîrê Iraqê got: “Yekemîn kar ku pêwîst e em bikin, asayîkirina rewşê û vegerandina jiyanê bo rewşa wê ya xwezayî li hemû parêzgehan e, herwiha pêwîst e em rêz li desthilaya yasayê bigirin ku bi sedema wê em hemû di asayiş û seqamgîriyê de dijîn. Dixwazin ji we re bêjim, ew rêkarên ewlehiyê ku em pêk tînin û ragihandina qedexeya demkî ya hatin û çûnê li bajaran, bijardeyeke giran e, lê belê çênabe ku ewlehiya we bi vî awayî ji dest biçe û serkêşî bê kirin. Em rê nadin silametiya we û welatê me bi xusar biçe, parastina seqamgîriyê ji berjewendiyên herî li pêş ên welat e û di berpirsyariya min de ye. Herwiha em rê nadin mal û milkên giştî û taybetî yên we û cihên we yên bazirganiyê, dikan û bazarên were rastî şewitandin û têkdanê bibin, ku bi awayekê berfireh zêde bûye. Hin kes û alî dixwazin xwepêşandana we ya aştiyane ji rê derxin û karên têkderan li welat pêk bînin, bi sedema wê yekê ku hin dirûşmên hatibûne avêtin, ew rastî derxistin ku hewl bo alozî û têkdana welat heye û ji bo ji rê derxistina daxwazên we bûye.”

Adil Ebdulmehdî her wiha diyar jî kir, ku wan ji destpêkê ve hewla çaksazî û nehiştina gendeliyê daye û dê ji îro şûnde jî ew hewlên wan berdewam bin.

Serokwezîrê Iraqê da xuyakirin, di demeke nêzîk de ew dê pirojeyasaya çaksaziyê amade bikin û li gor wê pirojeyê dê derfetên zêdetir ên kar bo welatiyên Iraqê bên dabînkirin û tekez kir, ku ew dê mûçeyê ji bo hemû malbatên hejarên Iraqê dabîn bikin û rê nadin, ti kesek li jêr hêla hejariyê bimîne.

Adil Ebdulmehdî wiha axivî: “Ji destpêkê ve me proje ji bo pêkanîna rêkarên pêwîst û encamdana reforman di warên civakî, aborî, siyasî û xizmetguzariyê de hebû, projeyên me karên cuda li xwe digire, me li ser wê yekê li hev kiriye, ku derfetên kar ji xelkê Iraqê re dabîn bikin û li welatê xwe rûbirûyê hejariyê bibin, projeyeke me heye ku dê di demeke kurt de em dê pêşkêşî Civata Wezîran bikin, ji bo ku ji hemû wan malbatên hejar re mûçeyê dabîn bikin ku dahata wan a mehane nîne û mûçe wernagirin, daku hemû malbateke Iraqî bi keramet û serbilindî bijîn. Em nahêlin ti kesek li pişt me bimîne yan jî di asta hejariyê de be, ew jî ji bo ku em dadperweriya civakî bi dest bînin, herwiha ji bo ku em çareseriya vê guhpênedana mezin bikin, ku di derheqê derdora bajaran û navçeyên paşguhkirî de hatiye kirin.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.