1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ebadî: Em bi Kurdan re Dest bi Heyameke Nû Dikin
Ebadî: Em bi Kurdan re Dest bi Heyameke Nû Dikin

Ebadî: Em bi Kurdan re Dest bi Heyameke Nû Dikin

A+A-

 

Ḥeyder Ebadîyê serekwezîrê Îraqê got “Em bi Kurdan re dest bi heyameke nû ya biratî û hevkarîyê dikin. Em ê bi hev re ji bo ji nû ve avakirinê bi rê ve herin”.

 

Ebadî li ser vegera sala 30yê tevkujîya Ḥelebçeyê peyamekê-mesajekê belav kir û got “Ḥikûmeta Îraqê israr dike ewlehî û aramîya gelê Kurd peyda bike û tevlî hemû pêkhateyan mafên- ḥeqên wan ên qanûnê esasî garantî bike.

Û ew biryar dane çekên kîmyayî yên ji alî rejima Besê ve li Ḥelebçeyê hatine bikaranîn û bermayîyên wan tune bikin.” Rejima Besê di 16ê Adara 1988ê de bi ser bajarê Ḥelebçeyê yê Başûrê Kurdistanê de çekên kîmyayî barandibû û di êrîşê-kiçîmê de bêtirî 5 hezar kesî şehîd bûbûn û 10 hezar kes jî birîndar bûbûn ku pirranîya wan jin û zarok bûn. Ev sûcê mirovahîyê her roja 16ê Adarê li hemû cografyayên Kurd li wan dijîn tê gunehbarkirin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

            

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.