1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. DYE, ji bo xistina Madûrayî çi bivê dike
DYE, ji bo xistina Madûrayî çi bivê dike

DYE, ji bo xistina Madûrayî çi bivê dike

A+A-

Kurt Nimmoyê nirxînerê Emerîkî li ser tevgera kuştinî ya li dijî Madûrayê serekdewletê Venezûelayê nirxand.

Nimmo-yî got ku DYE ji bo xistina Madûrayî çi bivê dike:

“Gelek Emerîkî ji bo erêkirina ji tarîxa çêkirî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE); nexasim li ser siyaseta derve ya wê, li hîngehên ḥikûmetê hatine hînkirin. Bi milyonan kes nikarin Venezûelayê di xerîteyê de nîşan jî bidin.

Dema ku gelê Venezûelayê di 1998ê de ray dan Hugo Chávez-î, DYE, derbeyeke eskerî kişkiş kiribû. Ev tiştekî veşartî nîne. Tevgera derba eskerî ya 2002yê ji alîyê The Guardian-ê û dezgehên din ên çapemenîyê ve hatibû eşkerekirin.

Desteka ķarwanên cengê yên DYE-yê, hevkarîya wan û desteka pereyî eşkere bû.

Lê tevgera derbê têk çû.

Piştî bijartina Donald Trump-î, wezîrê xwe yê dewletê -yê ku berê serekê şîrketeke kevn a petrolê bû- şand Arjantînê. Û bêguman bi awayên bertîlan welatên Başûrê Emerîkayê kişkişî tevgera derbeya Venezûelayê kirin.

Dê DYE, ji bo xistina Madûrayê bi awayekî demokratîk bijartî û bidestxistina gencîneyên herî mezin ên petrola cîhanê tê bikoşe.

Navgîna-wesayîta bêmirov a asîmanê ya bimbehilgirtî bi ser Madûrayî ve çûbû. Pêçîya wî jî xwînî nebûbû lê 7 esker birîndar bûbûn.

Madûra piştî êrîşê-kiçîmê gazî gelê xwe kir û got “Ev, tevgera kuştina min bû. Îro xwastin min bikujin.”

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.