1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. DYE gazî Elmanyayê kir: Rêya pîlana Îranê bigire
DYE gazî Elmanyayê kir: Rêya pîlana Îranê bigire

DYE gazî Elmanyayê kir: Rêya pîlana Îranê bigire

A+A-


Richard Grenell-ê sefîrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê li Berlînê gazî Elmanyayê kir û got divê ew nehêle ku Îran, 300 milyon Euroyê xwe yê di bankeyên Elmanyayê de bikişîne.

 

Piştî ku Donald Trumpê serekdewletê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji lihevkirina nukleer bi paş ve vekişîya û dest bi pêdankirinên ekonomîk ên nû kir, Îran dest bi bizaveke nû kir.

Birêvebirîya Tehranê, ji bo ku xerabûna ekonomîya nava welatê xwe kêm bike, gotibû ew ê 300 milyon Euroyê xwe yê li Elmanyayê bikişîne.

Waşîngtonê jî li ser vî awayî îro bersivê da vê tevgerê.

Grenellî got divê Birêvebirîya Emerîkan nehêle Îran pereye xwe bikişîne.

Piştî ku Trump di Gulanê de ji lihevkirina 2015ê vekişîya ḥeta vêga, alîyên din ên hilevkirinê; Îngîltere, Fransa, Elmanya, Çîn û Rûsya dixwazin hin tevgerên ku Îran bi wan reḥet bibe pêk bînin.

Lê Tehranê roja înê gotibû pakêta ekonomîk a pêşkêşkirî têr nake.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

        

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.