1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. DYE F-35an radiwestîne!
DYE F-35an radiwestîne!

DYE F-35an radiwestîne!

A+A-

 

 

Her du refên Kongresa Emerîkayê; Senato û Meclisa Nûneran li ser pêşnîyarîya qanûnê parastinê yê 2019ê yê 716 milyar Dolarî li hev kirin.

 

Di pêşnîyazîyê de ji Tirkîyeyê re rawestandina-sekinandina teyareyên şerî yên nifşa nû F-35an jî heye.

Divê Wezîrîya parastina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di nava 90 rojan de li ser awayê têkilîyên Tirkîye û DYE-yê raportekê pêşkêşî Kongresê bike.

Jim Mattisê wezîrê parastina DYE-yê di ḥefteyên çûyî de ji Kongresê re nameyekê nivîsî û şand.

Di nameyê de dibêje ku divê ji Tirkîyeyê re dayîna F-35an were rawestandin-sekinandin. Tirkîye hinbihin ber bi birêvebirîyeke otoriter ve diçe.

Tirkîye ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) 116 lib teyare xwastibûn ku wan bixe nava ķarwana xwe.

Nirxê van teyareyan tev tevlîhev 25 milyar Dolar e.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

            

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.