1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. DTP jî dikare wekî PKK-ê hêza piştgirên xwe tarumar bike
DTP jî dikare wekî PKK-ê hêza piştgirên xwe tarumar bike

DTP jî dikare wekî PKK-ê hêza piştgirên xwe tarumar bike

A+A-

Partiya Karkerên Kurdistanê di tarîxa kevin û nû ya kurdan de rêxistina ko herî pir piştgirî ji kurdan girtî ye. Li başûrê Kurdistanê di dema serdarê kurd Mele Mistefa Barzanî de jî kurdan bi qasî piştgiriya ko di van 30 salên dawiyê de da PKK-ê neda Partiya Demokrat ya Kurdistanê yan partiyeka dî.

Partiya Karkerkên Kurdistanê bi saya serê siyaseta xelet ya rêberê xwe Abdullah Ocalanî serê miletê kurd li bakur li dîwarekê hişkûreq da û li gor serokerkanê tirk Ilker Başbugî zêdetirî 40 000 gerîlayên PKK-ê di vê midetê hatin kuştin. Li gor rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî jî di van 30 salên borî de PKK-ê di înfazên nêvxweyî de 15 000 kurdên hevalên xwe kuştin.

Hejmara kurdên ko di bûyerên bikujnediyar de hatin kuştin jî dibe ko zêdetirî 50 000 kesan be û hîç aliyek naxwaze reqemên rast di heqê wan kuştiyan de bide. Hejmara kurdên ko ji ser axa xwe bar kirin û koçî aliyê Tirkiyeyê kirin zêdetirî çar milyonan e û zêdetirî çar hezar gundên kurdan jî kavil û wêran bûn.

Yanî piştî hewqas wêranî û tilafeta insanî û malî rêberê PKK-ê doza miletê kurd anî û li “kemalîzma” ko ew dizane û “konfederalîzma demokratîk” ya ko ti kes nizane çi ye asê kir û beravêtî kir. PKK-ê di siyaseta xwe ya çekdarî de têkçûneka mezin kir para kurdan.

Miletê kurd miletekê mezin e û ji ya xwe nayêt xwar. Îro li ber kurdan dergehê siyaseta legal vebûye û qismekê mezin ji kurdan dengê xwe didin DTP-ê. Herçend li gor netîceyên hilbijartinên belediyeyan yên ko 29-ê adarê çûbûn nisbeta dengên DTP-ê temsîla kêmtirî nîvê dengên kurdan li bakur û Tirkiyeyê bike cardî jî herkes wekî “partiyeka kurdan” li DTP-ê dinêre û hêvî dike ko ew serkêşiya daxwazên miletê kurd bike.

DTP-ê li Parlamentoya Tirkiyeyê 21 parlamenter hene û karûxebata wan nimûneyeka baş ji bo temsîlkirina daxwazên kurdan ranaxe ber çavên mirovî. Heta niho parlamenterên DTP-ê ji bo daxwazên cidî yên kurdan hîç pêşniyarek nedane parlamentoyê û teklîfa guhortina hîç qanûneka ko yekser kurdan girêdide nekirine.

Serokên belediyeyên bajarên kurdnişîn ji parlamentên DTP-ê yên li Enqereyê pirtir xizmeta xelkê xwe dikin û lewra jî kesekê wekî Osman Baydemirî di hilbijartinên belediyeyan de cara didoyê jî bi nisbeteka zêde (ji % 65) hat hilbijartin.

Herçend DTP-ê di van hilbijartinan de hejmara belediyeyên xwe gihandibe 98 belediyeyan jî di realîteyê de nisbeta dengên wê tenê yek prosentê zêde bûye. DTP-ê li cihên ko kurd ji aliyê dîrokî ve hertim lê xurt bûn dengên zêde stand yanî li bajarên nêzîkî başûrê Kurdistanê. Yanî ev deng ne dengên DTP-ê lê belê dengên her partiyeka ko doza mafên kurdan bike ye.

Heger jêhatîbûneka siyasî ya DTP-ê hebûya diviya wê li Mereş, Meletî, Semsûr, Ruha, Entab, Mêrsîn, Edene û bajarên wekî wan dengên xwe zêde bikira lê belê em dibînin ko netîce qet ne wisa ye. Dibe ko lihevkirinek di nêvbera dewleta kûr û DTP-ê de çêbûbe û ruknê wê jî ev be: Bajarên li ser tixûbê başûrê Kurdistanê teslîmî DTP-ê dibin û DTP jî li hemberî wê belaya xwe ji Mereş, Meletî, Semsûr, Ruha, Entab, Mêrsîn, Edene û bajarên wekî wan vedike.

Tirsa min bi xwe ew e ko DTP jî wekî PKK-ê piştî xebateka gelek salan, vê carê di warê siyaseta sivîl de, serê kurdan li dîwarekê hişkûreq bide û ti caran nekare temsîla hemî deverên kurdnişîn bike û rojek bêt û van bajarên ko niho di destê wê de ne jî pîs-pîs teslîmî hinek partiyên tirkan bike û siyaseta sivîl jî li ber çavê xelkê reş bike.

Arif Zerevan - nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.