1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Dozgerê Berlînê: 'Kê belgeyên veşartî gihandine PKKê?'
Dozgerê Berlînê: 'Kê belgeyên veşartî gihandine PKKê?'

Dozgerê Berlînê: 'Kê belgeyên veşartî gihandine PKKê?'

Rojnameya almanî 'Welt am Sonntag' raportek weşand û ragihand ku dozgeriya Berlînê bi boneya belavkirina belgeyên fermî yên veşartî, dest bi lêkolînan kiriye.

A+A-

Belgeyên belavkirî ji Navenda Belgeyên Parastî ya Parlamentoya Almanyayê hatine wergirtin û derbarê mijarê de parlamentereke Partiya Çep a almanî DIE LINKE di bin şikê de ye.

 

Parlamentera Partiya Çep Katrin Kunertê ji hikûmeta almanî pirs kiribû bê ka ji Tirkiyayê û muxalefeta Sûriyayê çek şandine an na. Îcar bersiva hikûmetê jî di zerfeke morkirî de li serê 'veşartî' gihişte ber destê parlementeran.


Paşê wêneyê vê belgeya veşartî havîna îsalîn di rojnameya Yeni Ozgur Politika ya nêzîkî PKKê û Evrenselê hate weşandin. Lewre ev yek bû sedema lêkolîn û lêpirsîna dozgeriya Berlînê, bê ka ev  belge çwa gihiştiye wan rojnameyan.

Di vê babetê de şikê dibin ser Parlamentera Partiya Çep Katrin Kunert; lê ew vê tohmetê qebûl nake û diyar dike ku wê bi xwe ne ev belge xwendiye ne jî gihandiye redaksyonên wan rojnameyan.

 

Kunertê wiha xwe parast: 'Mafê hemû parlementeran û karmendên wan ên diyarkirî heye ku wan belgeyan bibînin û kîjan kesan ew belge dîtine tenê Navenda Belgeyên Parastî ya Parlamentoya Almanyayê dizane.'

 


 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.