1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Diwazdeh rewşenbîrên kurd ji Nefelê re behsa TRT-ya kurdî û rola wê ya kulturî dikin
Diwazdeh rewşenbîrên kurd ji Nefelê re behsa TRT-ya kurdî û rola wê ya kulturî dikin

Diwazdeh rewşenbîrên kurd ji Nefelê re behsa TRT-ya kurdî û rola wê ya kulturî dikin

A+A-

Deh rewşenbîrên kurd ji Nefelê re behsa qenaeta xwe ya li ser TRT-ya kurdî dikin û edîtor Mihemed Sanri dibêje: — TRT-6 (Şeş) pêşiyê libinguhêerdêketina pradîgmaya tirkîfîzasyonê ye û di heman demê de qebûlkirina heqîqeta miletê kurd e. Siyaseta 85 salan îflas kir. Heqîqeta miletê kurd serî ji hemî programên tirkîfîzekirin an jî asîmîlekirinê stand.

Minaqeşeyeka germ û gur li ser TRT-ya kurdî yanî TRT-Şeşê heye û me ji rewşenbîrên kurd pirsî ka qenaeta wan li ser vê kanala nû çi ye û ew çi hêviyê ji weşana wê dikin.

MIHEMED SANRI (nivîskar/edîtor): — TRT-6 (Şeş) pêşiyê libinguhêerdêketina pradîgmaya tirkîfîzasyonê ye û di heman demê de qebûlkirina heqîqeta miletê kurd e. Siyaseta 85 salan îflas kir. Heqîqeta miletê kurd serî ji hemî programên tirkîfîzekirin an jî asîmîlekirinê stand. Dixwazî TRT-Şeş êdî bila bêvebir berdewam be, an jî ji bo rojekê, şeş mehan be, ev rastî nayêt guhortin, heqîqetê serî ji hemî destkarîyên formel û yasayên nedemokratîk stand.

Êdî dewleta tirk mecbûr e ko wê mevzuata (yasayên) xwe ya li dijî ziman, elfabe û perwerdeya bi kurdî û kultura kurdî bû, hemiyê betal bike, ji ber ko ev mevzuat li himberî heqîqeta miletê kurd ya sosyal û civakî ji nişkê ve ji kar ket û betal bû, û dewletê jî mieseseyeka xwe ya esasî bo qabûlkirina vê heqîqetê vavêr kir. Wekî dî hem ji aliyê kurdan ve hem jî aliyê tirkan ve, ev heqîqet dê hêj gelek paradîgmayan û “statuyan” li binguhê erdê bide û gelek alî û derdor dê bikevin ofsaytê… ev, ji “şorêşekê” wêdetir tîrêjek ya heqîqetê ye.

HESENÊ METÊ (nivîskar): — Xelkê kurd ewqas êşiya ye, ewqas kêşa ye, ewqas birîndar û ewqas birçî ye ko ez bawer nakim tenê kanaleke televizyonê vê êşê daxîne, vê birînê bikewîne û evê birçîbûna ewqas salan berteref bike. Lê ji bo gavên paşerojê TRT-kurdî gaveke gelekî piçûk e, lê gaveke gelek û gelekî jî girîng e.

Bêyî ko têkevim detayên siyasî: Ji ber zimanê kurdî cezayê pereyan li bav û kalên me dihat birîn û di zîndanan de dirizîn, me ji ber kurdîyê dar û kotek xwar û em bi çolan ketin, bi TRTya kurdî zarokên me ê bikin ko ji vî zimanê kurdî nan bixwin. Başî û xirabiya vebûna vê kanalê jî bila herkes li gor xwe şirove bike.

FATMA KARAHAN (rojnamevan): — Li gora fikra min TRTya kurdî ne tiştekî rind e ji bo me kurdan. Baweriya min tune ye ko feydeya wê li kurdan bibe. Erê, zimanê wê bi kurdî ye, lê bele ew ê mesaja çi bidin? Ew giring e. Beguman TVya bi destê dewlata tirk hatibe ava kirin ew ê proganda dewleta xwe bikin û ew ê xwe demokrat nîşan bidin. Tirk ne demokrat in û vê yekê ji bo çavên me yên reş û belak nakin! Ya rastî ew e ko kurd bi xwe, TVya xwe bi destê rewşenbîrên xwe ava bikin.

OSMAN AYTAR (Sosyolog/ Unîversîteya Stockholmê): Ji ber ko kanala bi kurdî ya bi navê TRT-6 di rewşekê de hate avakirin ko nasnameya kurdî ji aliyê dewletê ve nehatiye naskirin û gelek welatperwerên kurd ji ber axaftin û daxwazên xwe yên doza kurdî ji aliyê dadgehên dewletê ve tên sûcdarkirin û cezakirin, pir normal e ko di derbarê hin armancên ”diyar” û ”nediyar” ên dewleta Tirkiyeyê de nêrînên cuda hebin. Wek gelek caran, vê carê jî Tirkiyeyê nîşan da ko çiqas dewleteke paradoksan e. Ji aliyekê êrîşkariya leşkerî ve dewam e, ji aliyê din jî weşana bi kurdî dest pê dike. Ji aliyekî ew qiyameta ko wexta parlamenterên DTPê li meclîsa Tirkiyeyê behsa zimanê kurdî dikin radide, ji aliyê din ve bi axaftina serokwezîrê Tirkiyeyê vekirina kanala bi kurdî.

Mirov dikare van aliyên ji hev cuda weke perçeyên polîtîkayekê jî bibîne, lê li gorî baweriya min pirs ji polîtîkayeke weha firehtir e û Tirkiye him weke dewlet him jî weke civat, di pêvajoja berendametiya Yekîtiya Ewrûpayê û sîstema nû ya dinyayê de pêvajoyên guherandinê û statukoparastinê bi hevre dijî. Lê munaqeşeyên di derbarê pirsên weha de divê sî nexin ser hin maneyên pozîtîf ên kanala dewleta Tirkiyeyê ya bi kurdî ko ji naveroka programên vê kanalê û ji hin armancên dewletê wêdatir in.

Çi ne mane? Yek, armancên dewletê çi dibin bila bibin destpêkirina weşana bi kurdî bi serê xwe pûçkirina wan înkar û derewên resmî yên dewletê bi xwe ye. Dudo, ew weşan ne ”lutfek” ko dewletê daye, ew him mafekî xwezayî yê kurdan e ko pir dereng maye, him jî destketineke ji bo têkoşîna kurdan a sedsalan e. Sisê, bi vê gavê ew zimanê ”çiyayî”, ”herêmî”, ”malbatî” û ”jênayêfêmkirin” ko li gorî hin ”zimanzan” û ”tarîxnas”ên tirkperest ji 200-300 peyvan pêk hatiye, dibe zimanê kanalake televîzyona 24 seetî. Çar, weşana bi kurdî dê pêvajoja asîmîlasyona zimanî bigre û ber bi geşbûna zimanê kurdî biçe. Pênc, ger ev pêvajo ji aliyê hin hêzên ”xêrnexwaz” ên Tirkiyeyê neyê sekinandin, ew rewş û têkiliyên navneteweyî yên ko Tirkiye bi awayên cuda perçeyê wan e, dê nehêle ko Tirkiye bi vê gavê bîmîne. Wexta hebûna ziman bê qebûlkirin (herçend nuha wekî ”defacto”, yanê qebûlkirineke weqî be jî), pêvajo dê li wir nesekine. Lîsteya van maneyên weha yên kanala bi kurdî dikare bê dirêjkirin.

Di gel van maneyên pozîtîf ên weşana bi kurdî, dewlet dê bixwaze ko vê weşanê di warê siyasî de li hemberî hêzên neteweyî û civakî yên Kurdistanê jî bi kar bîne. Ji ber vê yekê, li gorî baweriya min, ya girîng ew e ko di gel hemû astengî û xeteriyên heyî divê mirov van maneyên pozîtîf ên weşana bi kurdî bîbîne û di şûna ko bi perspektîfa ”reş û sipî” li pirsê binêre, di warê siyasî de xwe ji rewşê re hazir bike û rê nede ko pirsa meşrû û ya biheq a kurd û Kurdistanê bi weşana televîzyoneke dewletê bê sînorkirin. Mehereta siyasî di vir de ye, ne di munaqeşeyên ”reş û sipî” de ye.

ROHAT ALAKOM (nivîskar): — Min li çend beşên weşanên TV-Şeş mêze kir, wek destpêk gaveke baş dibînim. Vekirina kanaleke wisa resmî di dîroka kurdên Tirkiyê de bûyereke nû ye, kal û bavên me negotî “kurd êdî dikevin defteran”. Xewnên kurdan dibin rastî. Lê belê du babetên nedîyarkirî hene, divê ev herdu babet bên zelalkirin. Yek ji van, ev kanala, gelo wek kanaleke kurdî tenê wê weşanên kurdî bike yan jî wek tê gotin wê bibe kanaleke pirzimanî. Peyva pirzimanî dikare îmaja vê kanalê qels bike, daxe jêrê û rojek bê ew kurdîya nîvco, di nav zimanên din de winda bibe, here.

Divê kurd zorê bidin berpirsan ko ev kanala bibe kanaleke tenê bi kurdî. Ev yeka ji bo pirzaravayan jî derbas dibe. Eger wek mîsal zaravayê soranî jî hebe, wê demê jî sergêjîke mezin dikare peyda bibe. Bîner û guhdarên vê kanalê ko piraniya wan ji kesên kurmancîaxêv pêk tên, kurdên Tirkîye ne, dikarin di nav demeke kurt de, ji ber tênegihştina soranî, jê aciz û sar bibin. Êdî dewra netewetiya romantîk, dewra zimanê yekgirtî nîne. Divê cara yekem her zarava li ser koka pêş de herin, îmkanên jîyanê bibînin û rûmeta wan bê bilind kirin. Divê kanal zêdetir xîtabî kurdên Tirkiyê û kurdên kurmancîaxif bike. Eger wisa nebe îmaja wê dikare dîsa wek me li jor jî got, dakeve jêrê û rojek bê kesek lê mêze neke jî.

Pirseke din jî ew kesên ko di vê kanalê de kar dikin, bi taybetî kesên pêşkêşvan ji sedî-sed divê kurmancî baş zanibin, ne tenê zanîn, divê baş bipeyîvin, divê bi gotinan bilîzin! Karên radîyo û televîzyonê, wek tê zanîn ji karên hunera axaftinê pêk tê. Kurmancî divê di vê kanalê de hemû îmkan, xweşikbûn û muhteşembûna xwe raxe meydanê, nifşên nû hêdî hêdî bibin heyranê vî zimanî. Ji alîyê din bazara kurdan divê baş bê analîz û kontrol kirin, wek tê zanîn mal û xizmet bi daxwazên bazarê re girêdayî ne. Di destpêkê de eger vê kanalê îmajeke baş peyda kir, wê demê dikare rola xwe bilîze û di nav gel de bibe kanaleke hezkirî.

JAN DOST (nivîskar): — Di baweriya min de ev kanal dê roleke baş bilîze, ajendeya dewleta tirkî çi be bila ew be, bi kêmanî wek ji niha ve xuya ye profesoneliya ko di TVyên me de nîne li wir heye. A din dixwazim bibêjim ko ev kanal dijîtiya nasnameya kurdan nikare bike, berovajî wê ew dê vê nasnameyê tesbît bike û bi xwe mukurhatineke bi hebûna gelekî û zimanekî cihê. em ji asoyên xwe yê teng derkevin û divê em bibêjin ko ev ji mesleheta milletê kurd re ye. Heta niha piraniya TVyên me di gola amatoriyê de avjeniyê dikin. Nûçeyên ko em dibihîzin ne nûçe ne (Bi taybetî di ROJ TV) de ko yekem satelîta kurdî ye û xwedan tecrube ye. Ev nêzîkî deh salan e her çarşhem eynî nûçe di nav çavên me de lê dikeve. Gemî çû gemî neçû. Di yên dî de jî birêz serok pêşewaziya filanî kir, xatir ji bêvanî xwest. Êdî madê me xeliya ye.

Ez nabêjim wê TRT baş be. Hîn zû ye ko em hukman lê bikin, nabêjim xirabe jî. Lê şerê li dijî wê jî ne di cih de dibînim. Em TVyên xwe pêş de bixin bila hezar kaniyên medyaya dijminan hebe. Heta niha ji hêla psîkolojîk ve medyaya me qels û bê plan e. TVyên me haya wan ji kûrçûyîn dîn di civakê d enîne, rojekê jî min nedîtî ye kanalekê nimêja înê qeyd kiriye û aniye ser ekranê. Ev yek dikare roleke mezin bilîze û xelkên ji rêzê ber bi ekranan ve bikişîne. Di TVyên başûr de rewş hinekî baştir e ji ber ko ew di nav gel de ne, lê dîsa jî nikarin ji xeleka partîtiyê derên. TRT 6 dikare cilikê (mixabin) ji bin lingê TVyên me bikişîne. Şertê biserketina TRT 6ê qebûlkirina nasnameya vî gelî ye. Ev jî gaveke girîng e, divê gavin din jî li pey wê hebin.

Ev bûye demeke dirêj Kurd 1ê soza vekirina (di demeke nêz de) dide temaşevanên xwe. Lê bi sedê caran filmê li ser çêkirina solan dubare dike, şevên me rojên me hemû bûne sol. Baweriya temaşevanan winda dibe. Ew jî ne lêborînê dixwazin û ne jî deng ji xwe tînin, mîna ko bibêjin: ”Ma çi xema me hûn in.”

TÊMÛRÊ XELÎL (nivîskar): — Ew milet gerekê ji desthilatê mafên xwe yên kulturî bistînin, yên ko ne li ser axa xwe dijîn, lê bi maneyên cuda-cuda li ser axa welatekî din dijîn. Wek nimûne, kurdên Libnanê, Îsraîlê, Xorasanê, Ermenîstanê û hemû komarên Sovyeta berê, ko kurd lê diman. Ev gotin ser wan kurdan jî derbaz dibe, ko dervayî Kurdistanê – li Tirkîyê, Îranê, Îraqê, Sûrîyê dijîn, wek nimûne – li Stembolê, Anatolîyê, Edenê, Îzmîrê, Tehranê, Helebê, Bexdayê û warên din. Lê dema welatek mafê gelê welatekî din dide, eva bi gelekan û li min jî, pir ecêb tê. Li vir pirsek serî hildide: em van mafan qebûl bikin an na, eger qebûl dikin jî, çawa?

Bi bawerîya min em gerekê qebûl bikin, ji ber ko altêrnatîvek din tune, lê sipasîyeke mezin jî ne hewce ye. Kurdên Ermenîstanê jî di dema xwe da ew maf qebûl kirin û di hêla pêşketina çand û edebîyeta kurdan da demeke dirêj sergovendî kişandin û gelek berhemên hêja dan. Eger me qebûl nekira, belkî min nikaribûya ev fikira xwe ji we ra bi kurdî binivîsîya.

Bona ev fikira min zelaltir tê fêmkirin, ezê henekekê bêjim. Yek ji yekî ra dibê: -Heyran, tu dikarî ew deynê min, ko li ser te ye, bişînî? Yê deyndar bersîv dide, dibêje: -Ez perên te nikarim bişînim, lê silavan ra ji te ra dişînim.

MUSTAFA AYDOGAN (nivîskar/wergêr): — Heta ko dengbêj karibin bibêjin "Agir bikeve mala van romîya" Heta ko ev weşan bi hêjayîyên kurdan ên bingehî nelîze, ji bo tirkîzekirina van hêjayîyan nebe navgîn, kurdan rencîde neke, midaxeleyî cîhana me ya kurdî neke, ji bo qelskirina wê cîhana me ya kurdî hewil nede ko bi hêvîyên Ehmedê Xanîyî ve xemilandî, bi malikên Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran ve xwedîkirî, bi qêrîna Evdalê Zeynikê ve dengvedayî û bi dengbêjan ve di civakê de şaxberdayî ye û em her dixwazin wê bi zimanê xwe yê şêrîn pêşdetir bibin, geştir û xweştir bikin, ma hingê em ê ji bo çi li dijî wê derkevin?

Ma qey em dijminên xwe ne? Ji xwe, heger ew jî wek hewildanên berê, berê xwe bide kurdîtîya me û bixwaze me ji hêjayîyên me bi dûr bixîne, hingê aqûbeta wê jî dê bibe wek yên din û kurd dê tu carî wê nêzîkî xwe nebînin. Ev 85 sal in ko ev awayê xerab tê bikaranîn û dîyar bûye ko kurd li ber xwe didin û loma jî ev awa nikare tu encaman bide.

Loma heta ko di vê kanalê de, dengê stirana Mihemedo têkeve guhên min û heta ko rê li ber neyê girtin ko dengbêjên me bibêjin; “Wî de loy loy /Lo lo Mihemedo/Wî le dayê, bejna Mihemedê min nîşana sere çîya/Agir bikeve mala van romîya/ derbeke li Mihemedê min dane van hovîya”, hingê hûn ê çima biçin ber derîyê xelkê û bibêjin ko bila kanala kurdî bê girtin?

SILÊMAN DEMIR (nivîskar): — Dewleta Tirkiyê, ji ber xebat û xwestinên kurdan ên 40-50 salan, îro mecbûr bûye ko TRT6 veke. Bêguman ew bawer dike ko ew ê bikaribe bi vê yekê kurdan û dostên wan razî bikê û doza wan li gora xwe çareser bike. Ev aliyekî TRT6 ye.

Lê li aliyê din, TRT6 çi be û bi çi armancê be, ew bi kurdî ye. Ev yek ji bo me û rewşa me grîng e û erînî ye, ji ber ko derfetên jiyanê ji bo zimanê me derdixe û li hemberî metirsa têkçûnê, behneke din dide zimanê me. Ez bawer im û hêvîdar im ko ew ê bike zimanê me hêdî hêdî geş bibe, wê xwendin pê bibe, wê bawerî li kurdî ava bibe û pere tê de bên dan. Bi min a herî grîng ev e. Heta niha baş diçe, ne wek kanaleke dewletê ya propagandayê ye. Heger wilo dom bike, wê kurd wê wek a xwe bibînin û wê piştgiriyê bidinê.

Ew alavek e û li ber kurdan e, heger bikaribin li gor xwe û ji bo xwe bikar bînin, baş e û wê gelek fêdê jê bigirin, lê heger nikaribin, wê ew alav ne di destê kurdan de be û ne ji bo wan be.

HELÎM YUSIV (nivîskar) — T(R)T û T(N)T. Dewleta Tirk bi destekî TNT bi ser serê zarokên kurdan de (diweşîne) û bi destê din jî di TRT ya xwe de bi kurdî bernameyan (diweşîne). Destpêkê, ez dixwazim çend xalên hevbeş, herwisa çend cudayiyên di navbera TRT û TNT de rêz bikim:

— Weke form, cudayî tenê yek tîp e. Li wir R ye û li vir N ye.

— Cihê bikaranînê ezman e, TNT di rêya operasyonên leşkerî re yên ko li hewayê têne lidarxistin, tê bikaranîn. Wisa jî TRTa satelît ji ezmanan weşana xwe ya dijî qanûnên dewleta ko çêkiriye, dike.

— TNT ji mecbûrî û ji bo çareserkirina pirsgirêka terorê ye, tê reşandin. TRT jî ji mecbûrî û ji bo rê li ber terora kurdan bê girtin û xelk ji derdora wan vekişin bi kurdî tê weşandin.

— Bikaranîna TNT û hemû çekên qedexe bêyî ko qanûnek wê misoger bike têne bikaranîn, TRTa bi kurdî jî wisa bêyî ko kurdî bê naskirin û bêyî ko kurd bi xwe jî di qanûna bingehîn de bêne naskirin dest bi weşana xwe ya bi kurdî kiriye.

— Zêdeyî heştê û şeş sala ye ko zimanê kurdî dikujin, talan dikin, dişewitînin, bê rûmet dikin, boçik û teriyan jê re çêdikin, bi TNT hiş û mejiyê wî ji hev belawela dikin, îro jî, bê lêborîn, bê qanûn, bê destûr ew zimanê birîndar î ko ji ber derbên wan î kujer filitiye di TRTa xwe de bikartînin.

— Yên ko TNT bi kar tînin general in, bêyî erêkirina wan generalan ne mumkin bû TRT bi kurdî weşanê bike.

— TNT çekeke kevin e û herdem dijî serxwebûnxwaz û azadîxwazên kurd hatiye bikaranîn. Zimanê kurdî di TRT de çekeke nû ye ko dixwazin li berxwedêrên kurd biceribînin.
......

Ji bo ez dirêj nekim, ez ê li vir vê beramberiyê rawestînim û çend gotinên xwe yên dawiyê bibêjim.

Her ko hevokeke bi kurdî di televizyonekê de bê gotin, her ko straneke kurdî bê guhê min, her ko peyveke kurdî li ser ekranekê bê dîtin gul û kulîlk di canê min de şîn dibin û kêfa min tê.

Lê ez ji televizyoneke bi vî rengî bi guman im.

Eger kurd di qanûna bingehîn ya Turkiyê de weke milet bêne nas kirin. Eger zimanê kurdî bibe zimanê fermî û li dibistanan bi kurdî perwerde bê kirin. Eger mafê weşana bi kurdî bi qanûnên nû bê misoger kirin, wê gavê dîtin û nirxandinên mirov jî dê bi awayekî din bin.

BAYRAM AYAZ (nivîskar û siyasetvan): — Kurd û demokrat divê çavdêrê vê gava erênî bin. Niyet û armancên dewlet û hukumeta Tirk çi dibe bila bibe, weşana TRTê ya bi kurdî gavekî pozitif e. Ev gav, bi taybetî ji du aliyan ve zêde girîng e. Yek jê, dê meşruiyeta gelê kurd û zimanê kurdî bi her awayî xurttir bike. Duwem, ev gav dê bandorekî erênî li ser zihniyeta tirkan bihêle.

Kesên ko vê mijarê tênagîhin, bila carekî li helwestê Deniz Baykalê serokê partiya Ataturk binêrin. Baykal dibêje: ”Bi pere û dezgehê dewletê, kurdan û zimanê kurdî meşrû nekin!”. Di ”Kirmizi Kitapa” dewletê de jî nefsa vê fikrê nivîsandî ye. Wêca hewce ye kurd lê şiyar bin ko bi helwestên şaş nekevin rêza yekî wekî Deniz Baykal.

Di vê çarçoveyê de, şêweyê muneqeşeya vê mijarê wek ”li gel û li dij”, gelek şaş e. Kurd divê bêjin, ”ev gaveke erênî ye, lê lutfekî dewletê nîne. Ev tişt encam û destkevtiyeke berxwedana me ye û em bi vê tenê jî ne razî ne, hewce ye daxwazên me rewa cîbecîh bin!”. Noqteyek jî, em ji bîr nekin, eger îro televizyonên kurdî, bi taybetî jî RojTV nebûya, dewleta tirk wisa bi hêsayî vê gavê ne diavêt.

Demê ko ez van rêzan dinivîsim, heman demî temaşeyê bernameya „Rengê şêwrê“ dikim. Bi Kurdiyeke paqij û şîrîn edebiyata klasîk ya kurdî, ligel stranên Rojîna delal tê şîrovekirin. Piştî vê jî bernameya danasîna pirtûkan, ”weşanxane/kitab” dest pê kir. Eger her kurdekî dilsoz bikare televizyoneke kurdî damezirîne, dê bixwaze nefsa van bernameyan biweşîne. Siheta van xebatkaran xweş! Karên ev xebatkar dikin, bi hezar katî ji karên memûr û mamosteyên kurd çêtir û bixêrtir e. Ev kes raste rast xizmeta ziman û çanda kurdî dikin.

Bi baweriya min hewce ye em ligel televizyonên kurdî yên din programên TRT6ê jî temaşe bikin û bibin çavdêrê wê. Tişta dixwazim bal bikêşim ser, ev e: Eger ev kanal dest pê bike bibe aletê propagandaya dewletê û bixwaze kemalizmê, militarizmê, tirkçitiyê bi kurdan şîrîn bike, yanî berê kurdan bide sistema kemalist, wan bi vê sistemê ve bikelîne, wê demê divê tevgera welatparêz tedbîrên xwe bigire, di vî warî de xelkê serwext bike.

Em hêvîdar in, dewlemendên kurd dest bavêjin karê medyayê, li welat radyo û televizyonên kurdî damezirînin, piyasê germ bikin, di bazara çand û zimanê kurdî de pirrengî û rekabet peyda bibe. TRT6 dê bandoreke xwe baş di vî warî de jî hebê.

ZEYNELABIDÎN ZINAR (nivîskar): — Ev televizyona ko ji aliyê Tirkiyê ve bi navê TRT 6, çend roj berê dest bi weşana testê kiriye û roja pêşî ya sala nû jî derbasî weşana normal bûye, niha bi zaravayê kyurmancî berdewam e. Hêj zû ye ko mirov biryarejke erênî/neyênî derheq wê de bide. Ji ber ko ev televizyo ne bi daxwaza Kurdan, lê bi daxwaza Dewleta Tirk hatiye vekirin. Bi vekirina wê ya testê re, gelek şiroveyên erênî û neyênî ji aliyê zana û rewşenbîrên Kurd ve hatine/têne kirin, lê bi giştî erênî ne.

Ez di roja 12 12 2008an de çûm Tirkiyê. Roja 26 12 2008, ji aliyê stûdyoya TRT 6ê ve hatim vexwendin. Pirsên ko ji min hatine kirin, tev li ser Foklora Kurdî, berhemên klasîn û jiyana min bûn. Min axaftina xwe sansor nekir û weke li pêşberê kamerayên televizyonên kurdî, saetek û 10 deqîqe axaftina min domand. Piştre min li salona kafeteryaya studyoyê got ko "niha 18 kanalên televizyonan ên satelîtê yên Kurdî hene. Eger TRT 6, ji van çêtir jî nebe, pêdiviya Kurdan bi TRT 6ê çênabe..." Lê tiştê ko ji devê berpirsên wê hate gotin, ev bû ko ev kanal, wê bi kurdî be û ya Kurdan be...

Îcar di nêz de wê zelal bibe ko ev kanal bi çi xûtê (niyet) hatiye vekirin. Piştre eger "Mafê Kurdan" tenê ev televizyon be, ji xwe di pêvajoyê de wê bixitime. Na eger Kurd xwe tê de bibînin, wê şêntir bibe. Dîtina hevbeş ya piraniya Kurdan li ser vê televizyonê ev e ko nûçeyên li ser şerê di navbera PKK û Artişa Tirkiyê de, neyên weşandin

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.