1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Divê şertê Kerkûkê were danîn ber Beẍdayê
Divê şertê Kerkûkê were danîn ber Beẍdayê

Divê şertê Kerkûkê were danîn ber Beẍdayê

A+A-

 

Walîyê qanûnî yê Kerkûkê Necmedîn Kerîmî got ji bo çûna Kurdan a Beẍdayê û cîhgirtina wan a di ḥikûmetê de Kurd divên şertê asabûnê-normalbûnê daynin ber wan.

 

Kerîm, tevlî bernameya-programa Basî Roj (Mijara Rojê) a Kurdistan24 TV-yê bû û got Kerkûk dagirkirî ye.

Kerîm got “Kurd, divên li Kerkûkê ji bo bijartinê pêşîya me kare xwe bikin û ji bo meclisa wîlayetê bi hev re lîsteyekê amade bikin.”

Divên vegerin Kerkûkê dewamkirina rewşa awarte peyda bikin û ji bajêr re xizmetê bikin.

Kerîm got “yên ev tofan anîne serê Kerkûkê, deng ji wan birîya. Kes nizane rewşa wan çawan e. Yên min nas dikin dizanin ez tu car ji gelê dûr nemame.

Dema ez li Emerîkayê bûme jî dan û standina min û gelê min her car hebûye.

Dema Kurd çûn Beẍdayê, divên li herêmên Kurdistanî şertê rakirina rewşa awarte daynin ber wan.

Eger ev şert pêk neye hîç feydeyeke tevlîbûna wan a her çi ḥikûmetekê tune ye.”

Piştî ku di 16ê Çîrîya Pêşîn a 2017ê de hêzên Îraqê û çekdarên Ḥeşdî Şebî yên bi desteka Îranê Kerkûkê dagîr kiribûn, Necmedîn Kerîmê walîyê Kerkûkê, serekê meclisa wîlayetê Rêbiwar Talebanî û çendîn wezîfedarên Kurd ji mecbûrî ji bajêr derketibûn.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

                         

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.