1. YAZARLAR

  2. Ziyaeddîn Embarî

  3. DİVÊ PİRSGİRÊKA KURD, DERHAL WERE ÇARESERKİRİN
Ziyaeddîn Embarî

Ziyaeddîn Embarî

Yazarın Tüm Yazıları >

DİVÊ PİRSGİRÊKA KURD, DERHAL WERE ÇARESERKİRİN

A+A-

 

Bi rastî, carna ez difikirim gelo ev doz û de’wa Kurdî ya jî pirsgirêka Kurd, meseleyeke pir mezin e ya jî em mezin dikin ku tim di rojevê de ye. Ya jî li gorî ku hinek dibêjin ev mijareke ku pir kes dikin wesîleya berjewendiyên xwe. Halbûkî di heqiqetê de jî  tiştek wisa tune ye. Ya jî rastî ew e ku pir kesan hebûna xwe li ser hebûn û tunebûna evê pirsgirêkê ava kirine.


Li gorî min, ev rewşa gelê Kurd meriv nikare bibêje  pirsgirêk e. Lê, meriv dikare bibêje heqîqetek e. Çimkî,çareserkirina evê pirsgirêkê, di dîtina evê heqîqetê de veşartiye. Dema ku gelên Rojhilatanavîn an ji hêzên navnetewî werin insafê, evê heqîqetê bibînin, wê hem ew û hem ji Kurd, wê têkevin rehetiyê.  Ne ku bila zanibin heta ku ev mesele çareser nebe û Kurd negihîjin heq û huqûqên xwe, rehetî ji Kurdan re çewa tune be, wê ji wan re ji wisa tunebe. Ez bawerim, yên zirarê, disa wê ew bin. Çimkî, Kurd bi sedsalan e fêrî rewşa awarte û nerehetiyê bûne. Psîkolojiya gelê Kurd, ji her awayî re amade ye.

 Dîsa ji ez bang dikim û dibêjim, divê ev pirsgirêka Kurd derhal were çareserkirin. Ne ku em ê tev têk biçin. Çareserkirina evê pirsgirêkê di xêra me tevan de ye. Bi taybet, zêdetir di xêra Tirkan de ye. Ger ku çareser bibe, wê şerefa mezin  dîsa ji wan re here. Çimkî, Tirkan xêra herî mezin, ji Kurdan dîtiye. Kurd, piştgirtiyê wan ê herî bi hêz û hez in. Dîrok şahidê vê mijarê ye.

        
İroj ev pirsgirêk ji serokomar bigire, heta şivanan di rojeva her kesî de ye. Hişê her kesî, mijûl dike. Ev çiqas baş xûya be jî, lê di jiyana civakê de bûye sedema tiştên neyînî.

İroj her kesî dev ji karûbarê xwe yê eslî berdaye, tev bi pey vê meselê ketine. Ji bêkaran bigire heta karmendan, ji dikandaran bigire heta mamoste û dixtoran, ji şaredaran bigire heta parlemanteran, ji karsazan bigire heta zanyaran, tev li ser vê meselê noq bûne. Divê ev kanal bi lezgînî were vekirin; çimkî kilîda pêşveçûna Tirk û Kurdan, bi taybet kilîda pêşveçûna Tirkiyê, di “çareserkirina  pisrgirêkê” de veşartiye.


Pêwîste ev pirsgirêk bê çareserkirin ku her kes vegere ser karûbarê xwe. Her kes dev ji siyasetê berde û li ser karê xwe bibe pispor. Şaredar, şaredariya xwe bikin. Îroj, ciyê şaredaran, ne hefs û zindan e. Divê di nav gelê xwe, de bi azadî xizmet bikirana. İroj, mamosteyên me, di nav pergala siyasetê de noq bûne. Her çiqas, karên wan ê eslî perwerdehî be jî, îroj laboratuwarê wan ji ber ku nayên bikaranîn, belkî tiliyek toz girtine. İroj, karsaz û karmend, xizmetek cidî nikarin bikin. İroj, zîhnê rewşenbîr û zanayên me û nivîskarên me,  hatiye girtin, ji xeynî vê meselê nikarin tiştek binivîsin. Niha, hûn dibêjin wa ye nivîsê te jî, pirrê wan di vê çarçoveyê de ye. Belê, rast e. Ev pirsgirêk, wisa bandorek li ser jiyan û hişê meriv dike ku meriv nikare xwe jê biparêze. Ez carna xwe amade dikim, ez dibêjim ez ê vê carê mijarek cûda binivîsim. Ez mêze dikim va ye bûyerek çêbû: Ewqas gerîla û ewqas leşker hatin kuştin. Ya jî va ye qaşo hêzên Artêşa Sûrî ya Azad, ketine bajarê Kurdan ê bi navê Serêkaniyê. Ya jî va ye dibêje, Malikî dil heye, lî Barzanî bixe. Ya jî  te dît, gotin: Va ye ji hukumetê, felan kesê gotiye: “Kurdî zimanê medeniyetê nîn e.” Ya jî felan kesê gotiye: Xwestina perwerdehiya bi zimanê Kurdî, golîkirina şeytan e.” û hwd…  Yanê bi kurtasî,  dema ku bombe li ber deriyê meriv diteqe, meriv dikeve tantêla xwe, meriv cîranan jî jibîr dike.


Loma, ez dibêjim divê ev pirsgirêka Kurd, derhal bê çareserkirin. Bê çareserkirin ku Kurd bi awayekî azad, weke rojê, tîn û roniya xwe bide cihanê û cîhanê ji serma û tariyê xelas bike.


Dîsa Kurd;


Bila bibin Rustem, rêya qehramantiyê nîşan bidin.

Bila bibin Caban[1], rêya aşitiyê vekin.                             

Bila bibin Selahaddîn, Qudsa Şerîf, xelas kin.

Bila bibin Feqîyê Teyran, bi avê re xeber din.  

Bila bibin Melayê Cizîrî, di eşqê de fena bin.

Bila bibin Se’îdeyn, rêya cehd û îmanê vekin.

 

(XULASEYÊ KELAM, WESSELAM!)



[1]Cabanê Kurdî an Surdî, sehabekî Pêxember (S.X.l) e. 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.