1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Divê em li Dijî “Peymana Sedsalê” Strategîya Neteweyî bi Pêş ve Bibin
Divê em li Dijî “Peymana Sedsalê” Strategîya Neteweyî bi Pêş ve Bibin

Divê em li Dijî “Peymana Sedsalê” Strategîya Neteweyî bi Pêş ve Bibin

A+A-

 


Îsmaîl Henîyê serekê Ḥemasê do di axaftina xwe ya bi komên Filistinî re kirî de xwast ku mijara Filistînê were parastin û ji bo têkoşîna bi Peymana Sedsalê re li ser bipêşvebirina strategîyeke neteweyî konferanseke xelasîya neteweyî were lidarxistin.

 

Henîye di ravekirina xwe ya li têlevizyona Eqsayê de eşkere kir ku yek ji pêşîktîyên konferansa neteweyî têkoşîna cebheya diberxwedana li Filistîn û derveyê Filistînê bi tiştê bi navê Peymana Sedsalê re û xeterên gefê li mijara Filistînê dixwin re ye.

Ji peymana ku birêvebirîya DYE-yê mijara Filistînê li gora berjewendîya rejima sîyonîst dixwaze çareser bike re tê gotin “Peymana Sedsalê”

Serekê Ḥemasê eşkere kir ku konferansa xelasîya neteweyî li Filistînê dixwaze aştîyê-lihevhatinê pêk bîne.

Fetḥ û Ḥemas di 12ê Çîrîya Pêşîn (Ekîm)a çûyî de bi çavdêrîya Misrê ji bo peymanên berê pêk bînin peymana aştîyê-lihevhatinê îmze kirin. Lêbelê ev peyman ê ji ber lihevnekirinan hê bi temamî nehatiye pêkanîn.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.