1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Dîroka “bi rûmet” a gûxwarinê!
Dîroka “bi rûmet” a gûxwarinê!

Dîroka “bi rûmet” a gûxwarinê!

Ne êş û miriyên şerê Sûriyê, lê tirsa koçberan rêya Konferansa Vîyanayê vekir. Li aliyekî xweperestiya dewletên rojavayî, li aliyê din mafên mirovan.

A+A-
Selahedîn Çelîk

PIRSA JI QAMA XWE GELLEK BORÎ

Ne êş û miriyên şerê Sûriyê, lê tirsa koçberan rêya Konferansa Vîyanayê vekir. Li aliyekî xweperestiya dewletên rojavayî, li aliyê din mafên mirovan.

Biryarên Konferansê, agirbest û di nav 18 mehan de hilbijartin, xweş deng dida. Lê hima dûvre xweşbîniyê ciyê xwe berda bedbîniyê. Komkujiya Parîsê bibû, Frensayê dest bi avakirina koalîsyoneke berfireh kiribû. Dibe hemû Cihadî bibûna hedef. Dewletên Konferansê, lîsteya “nûnerên çareseriyê” didan hev. Di lîsteya Rûsyayê de berpirsên PYDê jî hebûn...

Bûyera Sûriyê ji qama dewletên herêmê borîbû, zivirîbû pirs û qeyraneke navneteweyî. Plangerî û navtêdan di rê de bûn. Û bû jî.

Di Konferansê de “kursiyê biçûk” bibû para Tirkiyê. Ji ber pirsa koçberan Tirkiyê di hedefa rexneyan de bû. 15-20 hezar Cihadîyên ji her dera dinyayê, bi awayekî serbest ji Tirkiyê

derbasî Sûriyê bûbûn. Û di ser de jî, him li cem DYA û him jî li cem Rûsyayê giraniya Kurdên Rojavayê zêde dibû.

Divê em xistina balafira şer a Rûsyayê, di wê çarçoweyê de bibînin. Rûsya û Tirkiyê, têgeha “terorîzmê” berevajiyê hev dixwînin. Kesên bo Rûsyayê “terorîst” in, bo Tirkiyê “dijberên rewa” ne. Mirov dikare xistina balafira rûsî, wek provakasyonekê bi nav bike. Wê bertek çi bibe? Şîrovekar, niha vebijarkên leşkerî li derve dihêlin. Lê herdu alî jî naxwazin ji ya xwe werin xwar. Jixwe rewş, ne ya xweşbîniyê ye. Û em zanin ku hêza Rûsyayê ya berteknîşandanê, gellek bêhtir e, tevî NATOyê jî.

Rola kurdan? Erê, gava mirov wan bide ber hev, em li cem wan hûtan weke “bejnbibostan” e. Lê ew rewşeke wisa ye, ku hût jî dûçarên “bejnbibostan” e. Astengiyên Tirkiye çêdike, her di rojevê de ne.

Pirseke ku hê mejî diêşîne: PYD dikare bi Ereb û Xiristiyanan re “eniyê demokrasiyê” ava bike, lê çawa nikare wê bi Kurdan û partiyên wan re ava bike?

DÎROKA “BIRÛMET!” A GÛXWARINÊ

Ji bo vê pirsa “bêhempa”, em deyndarê “profesor” Celal Şengor in. Ew dilsozê dîktator Kenan Evrenê cehnimî, gûxwarinê wek “berhemeke hêja” ya wî dibîne û dibêje “gû dan xwarin, ne ezab e” û ew dikare bi dilxweşî û serfirazî gû bixwe...

Hûn romana navdar “Belengaz” a Victor Hugo zanin. Mijareke pirtûkê, “gû” ye. Di serdema şoreşa burjûvaziya Frensayê de pîsiya Parîsê pirsgireka mezin bû. Hugo bi hesûdî û pesndarî qala hunera bikaranîna gû ya Çîniyan dikir. Wan, gû dikir zibil. Sîstema ecêb a leqemên Parîsê, ji wê pêdiviyê çêbûbû, ku paşê ew leqem bi salan bûbûn hêlina xizan, pîxwaz û nijdeyên Parîsê.

Bêguman mebesta profesorê gû, em Kurd in. Di serdema 1980-1982yê de li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê êsîrên kurd dûçarê ezaba “pîsî-xwarinê” bûbûn û 15.01.1989ê li gundê Yeşilyurt ê Cizîra Botayê jî gundî.

Serdarê tirk Cafer Tayyar Çaglayan, gû bi gundiyan dabû xwarin. Mehneya wî, gundiyan Şahin Baliçê PKKyî yê ji piyê xwe birîndar, derbasî binê xetê kiribûn. Baliçê ji gundê Deşta Lalo yê Şirnexê, 1990ê bû hedefê hêrsa Ocalan û jiyana xwe ji dest da. Ka binêrin profesorê gûxwar, em birin kuderê...

Tişta berhema zorê, şermezariya herî tund heq dike. “Bi dilkirî” gûxwarin? Bila ew “fezîlet” ji Tirkên ehmeq re bimîne. Lê gava mirov binê wê “ehmeqiyê” dikole, quretî û serdestiya nîjadperest xwe dide dest. Ew ehmeqên gûxwar, her tişta li Kurdan dikin wek heqekî ji xwe re dibînin.

Ew ehmeqî, di bûyera dawî ya Tirkiyê de jî xwe nîşan dide. Pirsa xeyalî ya tirkmenan çêke, benê nîjadperestan berde, bi navê parastina tirkmenan, her cûre cîhadî û faşîstan kom bike û serî li provakasyonan bide...

Ango yê gû dixwe, ne tenê ew profesor e, lê serokên wî ne jî. Dibe vê carê ew di nav gûyê xwe de bixeniqin. Di dîrokê de mînakên wê gellek in.

LEYLA WISA NE NAÎF E

Leyla Zana, roja 6.11.1991ê li ser navê kurd û tirkan sond xwar. Berdêl, 10 sal girtîgeh bû. Bila be, wê di dilê me de ciyê xwe girt. Zana, 2011ê careke din bû parlamenter. Vê carê li ser mayîndetiya dewletê, yekparebûna Tirkiyê û netewa tirk sond xwar. Nebû! Ew qet lê nedihat. Xeletiyeke mezin bû, tifa xwe alastin bû. Lê wê dev “nehedirîbûnê” berneda, bi sonda xwe ya “xwaromaro”, dîsa bû rojev. Dibe xeletiya wê, ew diêşand(?)

Le ka li vê ecêbê binêrin, vê carê rastî êrîşa nîjadperest nehat. Berevajiyê, AKP bûyer weke keysekê dît ku sondê biguherîne; ne li gorî Kurdan, lê li gorî hişmendiya xwe ya senteza nîjadperestî û kevneperestiyê.

Çima parlamenterên din ên HDPê, Leyla neşopandin? Ma ev 95 sal in em, ser navê tirkbûnê sond naxwin? Ma em, ser ala tirk a ku nîşana nîjadkujiya kurdan e sond naxwin? Ma em, rûmetî nadin Tirkên kujerên kurdan? Ma zarokên me, ser berzbûna tirkbûna sond naxwin? Ma di li leşkeriyê de em, serdestiya tirkan pîroz nakin? Ma em, sirûdê nîjadperest nastirin? Ma em, heqaret li dîrok, çand û bav û kalên xwe nakin? Xwedêkî bêjin, Tirkan kijanê me tevlî kirêjiyê nekirine?

Xweska derd tenê sonda parlamenteriyê bûya...

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.