1. YAZARLAR

  2. Ziyaeddîn Embarî

  3. Dinya Bi Dor e, Ne Bi Zor e
Ziyaeddîn Embarî

Ziyaeddîn Embarî

Yazarın Tüm Yazıları >

Dinya Bi Dor e, Ne Bi Zor e

A+A-

Di van rojên dawî de bûyerek xam li Tirkiye’yê qewimi ye. Vê carê hukumet û qaşo hêzek Îslamî bi hevûdi ketin. Bi vî halî, kêfan gelekan bi xwe anîn. Û gellek meyîldarên xwe jî xemgîn kirin.

Bi rastî navbera serokwezîr û Gulen û cemaata Gülen ji berê de tune bû. Cemaatê, pirên erkê dewletê bi dest xistibû. Yê radest nedibû û nedihat zeft kirin Erdogan bû.

Çawa ku hûn jî dizanin cemaata ku herî zêde bi taqiyê emel dike cemaata Fethullah Gulen e. Ji ber vî qasi di pêvajoya 28 ê sebatê de jî, ji hêza xwe neketî. Û hebûna xwe domandî.

Ez dibêjim, ya hêzên navnetewî xoce kifşkirin ya jî Xoce fêm kir ku rêveberiya dinya yê li Emerîka têyî bikaranîn, bi bahane ya nexweşi yê, rabû çû Emerîka. Piştî ku çû Emerîka ew jî bû, wek hêzek navnetewî. Û soz û hukmê wi jî zêde hate bikaranîn. Heya ku li Tırkiyê bû hew digirya û dua dikir. Lê belê piştî ku çû Amerîka, dev ji girî berda, vê carê dest bi nifira kir. Bi rastî cara yekem nifir ji bo kurdan, bi taybet ji bo Kurdên PKK’î kiribû. Ger hukumet, ger muxalefet, ger dîndar, ger ji bêdînan tevan, bi hev re gotibûn AMÎÎÎN… Êê dinya ye navê wê yê din gerdûn e. Yanê digere. Vê carê xoce berê nifiran dabû wan, yanê wan kesên berê gotibûn amîn. Niha bertek nîşan didin dibêjin em qabûl nakin; xoce xirifi ye. Mirov nifiran li misilmanan nake. Çima kurd jî ne misilman bû, we digot amîn. Belê, pêşiyê Kurdan gotibû: “dinya bi dor e, ne bi zor e.” Tirkan jî gotibû “gülme komşuna gelir başına (nekene bi cîranê xwe, wê bê serê te)”

Gelo Cemaat û hikumet çima bihevketin?

Li gorî ku ez dizanim hêzên navnetewî, bi awayek hişmend, di çarçoveya projeya rojhilata navîn a mezin de Erdogan anîn ser text û Gulen jî, jê re kirin alîkar. Gulen ji alî dînî û Erdogan jî ji ali siyasî de peywirdar bû. Gulen, nûnertiya Îslam a nerm dikir. Û diyaloga navber a olan diparast. Erdogan jî hem nûnertî û hem jî hevseroktiya diyalog a navbera medeniyetan dikir. Di beranbertiya evya de Emerika, cî û war da Xoce, di arena cîhanê de Xoce wek misilmanek maqûl û hêja nîşan da. Pêşî li xebata wî vekirin. Xoce jî sadiq ma li ser sozê xwe, tu carê  dijbertî û dijmintiya Emerika,Ewrûpa û Îsrail nekir. Ger ku neheqiyên ji wan çê bû, derheqê wan de tu car daxuyanî ne da û got “em ji siyasetê dûr in” dema ku guneh kî ji misilmanan çê bû, ji daxuyaniyan paş de nema.

Erdogan bi dengeg mezin hatibû ser text. Gotinên nerm û germ dikir. Zimanek demokratîk bi kar dianî. Her ku diçû gel jî, zêdetir bawerî pê dianî. Erdogan hîn bi xwe ne ewle bû û di tirsiya. Çimkî Kemalîzm û saziyên Kemalizmê tev di cî de bûn. Saziya herî bi hêz artêş bu. Divê, cara yekem ji artêşê dest pê bikira.

Ji xwe îtibara Kemalîzmê nema bû. Mîada xwe tije kiribû. Emerîka û Ewrûpa qelema kemalîzmê şikandibû. Ji bo ku sozê Erdogan pere bike, pêwist bû artêş bihata  gem kirin. Lê belê tenê desteka hêzên der qîm nedikir. Pêwîstî bi hêzên hundir jî hebû. Di hêzên hundir de hêza herî kûr û di nav teşkîlata dewletê de a herî bi rêxistin cemaata Fethullah Gulen bû. Gulen di nav saziya ewlehiyê û dadî yê de bi hêz bû û xwedî malûmatan bû. Ji xwe ji Erdogan ra, ev herdu sazî lazim bû. Emniyetê sûç îsnad dikir û li ser tawanbaran zabt girê dida û sewqî mehkemeyan dikir. Mehkemeyan jî biryara hefs û girtinan wan dida. Artêş bi vi aweyî anîn rê. Û bi heman rê û rêbaziyan, di bin navê KCK’ê de bi hezaran Kurdên siyasî jî hefs kirin. Û PKK jî nerm kirin û bi agirbesti yê îqna kirin.

Lê belê hûn jî dizanin, li cîhanê tiştek belaş nîne. Xoce li hember evê xizmetê, zirxê têkilnebûyînî yê xwest. Êdi xoce û cemaata wî, di her saziyên dewletê de rêxistinên xwe xurt kirin. Û pirê caran erkên dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn.

Piştî ku wesayeta artêşê li ser siyasetê rabû. Tirsa serokwezîr reviya. Her çiqas hilbijartin çêbû rayên xwe zêde kir, piştî ku îstîkrara aborî û siyasî çêkir, xwest siyaseta xwe ya der û hundir bi guherîne. Yekem,navbera wî û Îsraîl vebû. Bi kurtasî siyaseta Tirkiyê a der guherand. Ji xwe projeya Rojhilatanavîn jî têkçûbû. Erdogan heya jê hat xwe û welatê xwe ji bin bandora Ewrûpa û Emerîka derxist. Siyasetek qismen serbixwe ajot. Belê Erdogan xwe, hinek azat kiribû lê mixabin, Gulen her weki di dest wan de dîl mabû. Êdi xoce li gorî berjewendiyên xwe bi karanin û Xoce kirin binê perê xwe. Ev hal, ji bo Xoce jî baş bû. Çimkî êdî li Tirkiyê navbera Xoce û ekiba Erdogan xirabûbû û şerek bi dizî dest pêkiribû. Lê belê Gulen bê arîkariya hêzên derve, ne mimkun bû ku bi Erdogan re serî bikişan da. Belê divêt Erdogan, ya biçe, yan jî bête dezgîn kirin. Çimki Erdogan êdî hem ji bo Ewrûpa,Emerîka û Îsraîl hem jî bo Fethullah Gulen xeternak bû.

Serokwezir Erdogan, saziyên Kemalîzmê yek bi yek rûxandibû. Di vir de desteka herî zêde, ji qadroyê Gulen girtibû. Piştî van serkeftinan, kadroyên Gulen, di nav dewletê de dewletek paralel ava kiribûn. Ev dewleta paralel ci yê dewleta kûr a Ergenekonê an ji Kemalîzmê girti bû. Piştî ku Erdogan îtiraza evê dewleta paralel kir, xwestin bi bahaneya “Hevdîtinên Oslo’yê” Erdogan jî mehkûm bikin. Erdogan xwest bi bahana dersxaneyan here ser wan, wan ji hemleya 17 Kanûnê avêtin. Welhasil şerek dijwar dimeşe. Xoce nameyek şand agirbest xwest. Lê serokwezîr hîn îqna nebû ye. Serok wezîr dibêje çima Xoce nifir kirî. Çima gotî “Xwedê yekîtiya wan nehêle û Xweda wan bike tar û mar.” Nifirên wî hem li me û hem jî li  wî qelibî ye. Loma em bi hev ketine. Ez jî dibêjim ev, ya nifirên dayîkên kuştiyên Roboskiyê ne li we qelibine. Ya jî dibe ku, wan kesên bêgunehên ku bi dek û dolab û kumpasa hatine girtin, di hefs û zindanan de dirizin li we nifir kiribin.

Di dawî de ez dibêjim suçdarê herî mezin dîsa serokwezîr Erdogan e. Serokwezîr alîkariyek bêkontrol da cemaatê. Digot “we çi xwestî me neda  we” di gotinek xwe ya din de, ji bo operasyonên KCK’ê digot “ez bi serokwezîrtiya xwe heya dawî bi we re me” belê me dawî dît. Lê me hîn tam nedîti ye. Niha navê “xizmet” ê jî kirine ‘Çete’. Hem madem wisa ye ez jî dibêjim bila hûn zanibin “çawa ku xwîn bi xwînê nayê paqijkirin, çete jî bi çete nayê paqijkirin.”

                            XULASEYÊ KELAM WESSELAM.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.