1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Dibe parlamenteriya Yildirimê HDPeyî were betalkirin
Dibe parlamenteriya Yildirimê HDPeyî were betalkirin

Dibe parlamenteriya Yildirimê HDPeyî were betalkirin

Dibe parlamenteriya Wekîlê Serokê Grûba HDPê Ahmed Yildirim ku ji bo Serokomar Recep Tayip Erdogan gotibû ‘padîşahê xirbende yê qesrê' were betalkirin.

A+A-

 

 

Li gor nûçeya Mahmut Licaliyê rojnameya Cumhuriyetê, salek û du meh cezayê Wekîlê Serokê Grûba HDPê Ahmed Yildirim ku heqaret li Erdogan kiribû li dadgeha îstînafê hat erêkirin. Eger tezkereya serokwezîrtiyê li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê were xwendin ev dê bibe cara yekemîn ku perlamenterek ji ber heqareta serokomar parlamenteriya wî tê betalkirin.

 

Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn a Mûşê derheqê Ahmed Yildirimê HDPeyî de ku ji bo Erdogan gotibû ‘padîşahê xirbende yê qesrê'salek û du meh ceza birî. Dadgehê sedema ku sûc bi zanebûn hatiye kirin jig elek mafan jî bêpar hişt û Yildirim wê êdî nikaribe bibe endamê parlamento û rêvebirê weqf, komele, sendîka, şîrket, kooperatîf û hwd.

Daîreya Cezaya 2yemîn a Dadgeha Îstînafa Erziromê tezkereya serokwezîrtî ya betalkirina parlamenteriya Yildirim amade kir û şande parlamentoyê.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.