1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Dibe ku Tirkîye bikeve Qendîlê
Dibe ku Tirkîye bikeve Qendîlê

Dibe ku Tirkîye bikeve Qendîlê

A+A-

 

Bekir Bozdaẍê alîkarê serekwezîrê Tirkîyeyê û berdevkê ḥikûmeta wê got proseya bijartinê ḥeta niha bi awayekî maqûl dewam dike û hîç tiştekî neyînî rû nedaye.

 

Bozdaẍ li ser mijara lihevkirina Menbîcê ya bi DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) re got “ev hemû tişt dê di çarçoveya salnameyekê de pêk werin. Em hîvî dikin ku hevkarê me DYE di çarçoveya lihevkirina me ya pêşîk de tiştê bivê bike.”

Bozdaẍ weha got: “Kesekî ku nizanibe Qendîl navenda terorê ye tune ye. Em dizanin ku terora Tirkîyeyê ji wê derê tê birêvebirin. Tirkîye berê gelekê caran êrîşî Qendîlê kiriye. Ji niha û pê de çi Qendîl û çi cîhên din, mafê-ḥeqê Tirkîyeyê heye ku êrîşî her cîhekî lê gefa terorê heye bike. Tirkîye ji niha û pê de jî dikare bikeve Qendîlê. Her gav dikare her tişt bibe.”

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

                

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.