1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Di xwepêşandanên li Bexdayê de alozî derket: Kuştî û birîndar hene
Di xwepêşandanên li Bexdayê de alozî derket: Kuştî û birîndar hene

Di xwepêşandanên li Bexdayê de alozî derket: Kuştî û birîndar hene

A+A-

Dema ku xwepêşanderan bi hikûmeta Iraqê diyar kiribûn bidawî hat û ji şeva bihorî ve li Bexdayê û hejmarek ji parêzgehên navend û başûrê Iraqê pevçûn û tundî di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de derket. Îro ji serê sibehê ve li Qada Teyran a Bexdayê şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derket û li gor zanyariyan kuştî û birîndar hene.

Piştî bidawîbûna wê dema ku xwepêşanderan ji hikûmeta Iraqê re ji bo bersivdan û cîbicîkirina daxwazên xwe diyar kiribûn, careke din li Bexda û hejmarek bajarên din ên Iraqê xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî hikûmetê dest pê kirin.

Li Bexdayê xwepêşander piranî li herdu qadên Tehrîr û Teyran li hev civiyan û bi vêxistina agir li tekeran û gotina siloganan dest bi xwepêşandanan kirin.

Bi armanca belavkirina xwepêşanderên li qadên Tehrîr û Teyeranê yên li Bexdayê, hêzên ewlekariyê gulle û gaza rondirêj bikar anîn.

Li gor çavkaniyên pizîşkî yên ji Bexdayê, di encama tundûtîjiyan de 2 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li qada Teyeranê jî pevçûn di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de çêbûye û hejmarek kes birîndar bûne.

Herwiha li parêzgehên Musenna, Kerbela û Wasitê jî xwepêşandanên li dijî hikûmetê dest pê bûne û xwepêşanderan hejmarek rê û pir li ser hatin û çûnê girtine.

Derbarê vekirina rêyên serekî yên li Bexdayê de, Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Fermandariya Operasyonên Bexdayê hemû ew rê vekirine, ku komeke tundrew hewl da ku wan rêyan bigire.”

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.