1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Di teqîna li Kabulê de 16 kes hatin kuştin û 119 kes birîndar bûn
Di teqîna li Kabulê de 16 kes hatin kuştin û 119 kes birîndar bûn

Di teqîna li Kabulê de 16 kes hatin kuştin û 119 kes birîndar bûn

A+A-

 Li Kabula paytexta Efxanistanê di teqînekê de bi kêmanî 16 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kesên din jî ‎birîndar bûn.

Wezareta Navxwe ya Efxanistanê di daxuyaniyekê de ragihand, teqîn derengê şeva bihorî derdora saet 21:55 li gor dema Efxanistanê, li Kabula paytexta wî welatî çêbû.

Li gor Wezareta Navxwe ya Efxanistanê, traktoreke bombekirî û tejî teqemenî li nêzîkî dîwarê başûrî yê kampa Green Village, ku baregehên gelek sazî û rêxistinên navdewletî lê ye, li rojhilatê bajarê Kabulê teqiya.

Heman wezaretê daye xuyakirin, ku di encama teqînê de 16 ‎kesên sivîl û fermanberên kampê canê xwe ji dest dan û nêzîkî 119 kesên din jî birîndar bûn.‎

Wezareta Navxwe ya Efxanistanê diyar kiriye, ji ber teqînê agir bi wêstgeheke benzene jî ketiye û hevdem zirareke mezin gihîştiye hejmareke zêde ya xanî û avahiyan.

Piştî teqînê jî Tevgera Talîbanê ‎bepirsyariya teqînê li xwe girt.‎

Wezareta Navxwe ya Efxanistanê aşkere kiriye, hêzên taybet ên polîs ên wî welatî piştî ku gihîştin cihê teqînê, 5 kes ji endamên rêxistina Talîbanê ku xwe veşartibûn û dixwestin piştî teqînê êrîşeke çekdarî jî pêk bînin, kuştine.

Teqîn tenê çend demjimêran piştî wê yekê hat ku Amerîkayê hûrgiliyên rêkeftina ligel Tevgera ‎Talîbanê ji hikûmeta Efxanistanê re ragihandibû.

Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Efxanistanê, Xelîlzad serdana Efxanistanê kiribû û bi serokomarê wî welatî Eşref Xenî re hevdîtin pêk anîbû, daku Kabulê ji hûrgiliyên rêkeftina aştiyê ya li gel Talîbanê haydar bike.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Efxanistanê, hêzên polîs karîne derdora 400 kesên biyanî ku li kampa Green Village diman, rizgar bike û wan veguhêze bo cihekî ewle.

Alozî û tundûtjiyên li Efxanistanê di demekê de zêde bûne, ku danûstandinên navbera Amerîka û Talîbanê li Qeterê berdewam in.

Roja Şemiyê jî hêzên Talîbanê êrîşî bajarê Qondozê kiribû û hewl dabû wî bajarî kontrol bike. Herwiha roja Yekşemiyê jî hêzên wê rêxistinê êrîşek bo ser bajarê Polxemrî pêk anîn.

Berpirsê Efxanistanê ragihandine, hêzên ewlekariyê yên wî welatî êrîşa bo ser Polxemrî têkbirine û herwiha li Qondozê jî rê li ketina bajêr girtine.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.