1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. 'Di meseleya kurdan de Rûsya û Amerîka pir nêzî hev in'
'Di meseleya kurdan de Rûsya û Amerîka pir nêzî hev in'

'Di meseleya kurdan de Rûsya û Amerîka pir nêzî hev in'

A+A-

 

 

Akademîsyen Dr Ekrem Onen diyar kir ku têkliyên di navbera Rûsya û kurdan de, dîrokî ne û peymanên şirketên rûsî bi Kurdistanê re jî vê nîşan didin. Herwiha siyaseta Rûsya û Pûtîn tê hesaba kurdan û ev siyaset dikare tesîreke pozîtîf li pirsa kurdî bike. Onen da zanîn ku peyama Pûtîn ne tenê ji bo kurdan bû, xwest sînyal bide hin aliyan.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di Xeta Yekser a weşana zindî de bersiva pirsên gelê Rûsyayê da û rêkeftinên di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketa rûsî Rosneftê hatine imzakirin jî şîrove kiribûn û gotibû ku: "Em piştgiriyê didine têkiliyên bi desthilata li Bexdayê û hemû planên me yên li Iraqê û Kurdistana Iraqê. Em dihesibînin ku projeyên me yên bi wan re têne dabînkirin qanûnî ne û xwedî perspektîv in. Ew proje ne ji bo wê yekê hatine arastekirin ku em tev li konflîktan bibin û yan jî konflîktên li Iraqê gur bikin. Berovajî, hemû projeyên me ji bo wê yekê hatine arastekirin ku bi Iraq û Kurdistana Iraqê re hevkariya xwe pêşvetir bibin". Akademîsyen Ekrem Onen li ser gotinê Pûtîn ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku têkilyên Rûsya û kurdan dîrokî ne û gotinên Pûtîn, gotineke tradîsyonel e ku ji xwe têkiliyan bi kurdan re hene û projeyên vê dawî yên şirketên rûsî Rosneft, Gazprom û Lokoîl li Kurdistanê çêkirine, hene ku Pûtîn wek pêşxistina têkiliyan dihesibîne. Herwiha Onen eşkere kir ku eger Kurdistan serxwebûna xwe ragihîne îhtîmale ku Rûsya serxwebûnê nas bike.

‘PIŞTÎ MELE MISTEFA BARZANÎ DERBASÎ RÛSYAYÊ BÛ TÊKLIYÊN KURD Û RÛSAN XURTBÛN'

 

Onen destnîşan kir ku têkiliyên Rûsyayê bi kurdan re bi taybet ên Herêma Kurdistanê, heta bi kurdên bakurê Kurdistanê re ji salên 1900î heta 1940an gelek hebûn. Piştî salên 40î bi taybetî têkiliyên Rûsyayê û Herêma Kurdistanê gelek xurt bûn û got: "Piştî têkçûna Komara Kurdistanê ya Mahabadê ku Mele Mistefa Barzanî derbasî Rûsyayê bû têkiliyeke baş di navbera kurdan û Rûsyayê de çêbû. Ez bi zelalî bibêjim ku têkiliyên rûsan û kurdan dîrokî ne, ne tiştek nû ye. Gotina Pûtîn (Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn) gotineke tradîsyonel e ku ji xwe têkiliyan bi kurdan re heye û projeyên vê dawiyê yên ku şirketên rûsî Rosneft, Gazprom û Lokoîl li Kurdistanê çêkirine Pûtîn wek pêşxistina têkiliyan dihesibîne. Ez bi xwe jî vê yekê wek pêşxistina têkiliyan dibînim."

‘SIYASETA RÛSYA Û PÛTÎN TÊ HESABA KURDAN Û DIKARE TESÎREKE POZÎTÎF LI PIRSA KURDÎ BIKE'

 

Onen wiha pê de çû: "Hesebên Rûsyayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê ne tene berjewendiyên aboriyê ne, hesabên Rûsyayê yên jeostratejîk û jeopolîtîk li herêmê hene. Ji bo vê jî Kurdistanê yek ji aktorên herêmê ne û Rûsya dixwaze têkiliyên xwe yên dîrokî pêş bixe. Pir eşkere ye ku siyaseta Rûsyayê û siyaseta Pûtîn pragmatîk e. Ev jî tê hesaba kurdan ku dewleteke wek Rûsya ya mezin ku li herêmê jî nifûza wê xurt dibe, têkliya wan bi kurdan xweş be û pêş biçe. Di vir de feydekî mezin a kurdan jî heye. Rûsya dikare tesîreke pozîtîf li ser çareserkirina pirsa kurdî bike. Di gotinên Pûtîn de tiştên ekstra ku em bibêjin heye tine ye, lê ji bo ku peymanên nû tên çêkirin dixwaze bibêje têkliyên baş hene û bi vê yekê jî Pûtîn dixwaze sînyal bide hin aliyên wek Îran û Iraqê."

‘GOTINA PÛTÎN NE TENÊ JI BO KURDAN BÛ, XWEST SÎNYAL BIDE HIN ALIYAN'

 

Onen wiha dewam kir: "Di demên dawî de di têkliyên Rûsya û Îranê de hinek sarbûn çêbûn. Îran ji xurtbûna têkliyên Rûsya û Îsraîlê nerazî ye. Li Sûriyeyê jî diyar e ku Rûsya wek Amerîkayê naxwaze nifûza Îranê zêde bibe û Îran li wir xurttir bibe. Ji bo vê jî gotina Pûtîn ne tenê ji bo kurdan bû. Ji bo dewletên din jî Pûtîn vê peyamê da. Rûsya jî Amerîka jî dixwazin têkiliyên wan bi kurdan re xweş bin û baştir bin. Lê tiştek wiha heye Rûsya kurdan mecbûr nake ku têkiliyan bi min re bike, berovajî wê, Amerîkayê jî vê yekê nake û her du alî jî kurdan baş nas dikin û dizanin ku kurd ne dijminatiya Rûsya ne jî ya Amerîkayê dikin. Hertim kurdan dostaniya xwe bi her du aliyan re daniye. Heta gelek caran berjewendiyên me û wan ne wek hev be jî ti sebebek tine ye ku em dijminatiya Amerîka û Rûsyayê bikin. Ez bawer nakim ku pêşketina têkliyên bi Rûsyayê re tesîrê li têkliyên kurdan ên bi Amerîkayê re bike."

‘DI MESELEYA KURDAN DE RÛSYA Û AMERÎKA PIR NÊZÎ HEV IN'

 

Onen got: "Li gorî texmîna min niha Rûsya û Amerîka hedî hedî nêzî fînala çareseriya Sûriyeyê dibin. Wek di navbera wan de lihevkirineke hebe. Li ser Sûriyeyê li ser Rejima Beas, li ser Îranê û him jî li ser Tirkiyeyê lihevkirineke hebe. Dema mirov li meseleyê dinêre, mirov dibîne ku di navbera her du aliyan de tiştek heye û nêzî hev in. Çi pirsa Minbicê, çi pirsa Sûriyeyê çi pirsa Îranê em dikarin bibêjin ku lihevkirineke heye. Rûsya di meseleya kurdan de wek rêjima Sûriyeyê jî nafikire. Wekê ku tê zanîn Rûsya dibêje ku kurd xwedî desthilat bin, piştî çareserkirina pirsgireka Sûriyeyê, lê rejîma Sûriyeyê wiha nabêje. Di mesela rejima Sûriyeyê, meseleya kurdan û meseleya Îranê de Rûsya û Amerîka pir nêzî hev dibin. Ji bo vê yekê jî nêzîkbûna kurdan û Rûsyayê dê tesîrê li têkliyên Amerîka û kurdan neke."

‘RÛSYA DIXWAZE PIRSGIREKA KURDÎ LI ROJHILATA NAVÎN HERTIM ZINDÎ BE'

 

Li ser pirsa di pêşerojê de eger Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne wê Rûsyayê serxwebûna kurdan nas bike an ne? Onen wiha bersivand: "Di proseya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de di rayagiştiya kurdan de dihat hesabkirin ku welatên Rojava û Amerîka dê piştgiriya referandûmê bikin û Rûsya jî dibe hinek probleman derxe. Lê beravajî welatên Rojava û Amerîka li hemberî referandûmê derketin, Rûsya jî siyaseteke li dijî referandûmê nemeşandin û got ku mafê kurdan heye pêşeroja xwe tayîn bikin. Pirsa serxwebûna Kurdistanê jî niha li cîhanê şerê sîstemeke nû diqewime. Gengeşiya di navbera Rûsya, Amerîka û welatên Rojava heye û di rastiyê de jî konjektur tê guhertin. Niha Rûsya û Amerîka li Sûriyeyê bazara Ûkrayna, Koreya Bakur, Rojhilatê Ewropayê û Balkanan dikin. Dibe serxwebûna Kurdistanê jî dikare bibe pirsgireka vê bazariyê. Rûsya dixwaze pirsa kurdî li Rojhilata Navîn û nêzîk de hertim zindî be. Ji bo çi zindî be Rûsya jî Amerîka jî siyaseta xwe yê derve li ser esasên hebûna krîzan dimeşînin.

‘ÎHTÎMALE KU RÛSYA PIŞTGIRIYA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ BIKE'

Onen got: "Hebû problema kurdan wê hertim li herêmê krîzan derxe. Eger li herêmê krîz hebe Amerîka û Rûsya hertim dikarin mudaxale li herêmê bikin. Nakokiyên xwe yên bi Tirkiye, Îran û Sûriyeyê dikarin bi ser kurdan re çareser bikin. Pirsa serxwebûna Kurdistanê hêj pirsekî nediyar e. Ne helwesta Amerîka ne jî Rûsyayê heta dawî eşkereye. Hin lîstîk bi dawî nehatine û ji bo vê jî kurd aktorekî esasîne ji bo vê jî ez ne bêhêvîme ku serxwebûna Kurdistanê êdî neyê rojevê. Ji bo sîstemeke nû îhtîmale ku Rûsya piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.