1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Di êrîşekê de 37 karkerên Kenedî hatin kuştin
Di êrîşekê de 37 karkerên Kenedî hatin kuştin

Di êrîşekê de 37 karkerên Kenedî hatin kuştin

A+A-

 Di êrîşekê de bo ser karmendên kompanyayeke Kenedî li Afrîqayê, 37 kes hatin kuştin û 60 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, derengiya şeva bihorî hejmarek çekdaran li welatê Borkînafasoyê li Afîqayê, êrîşî karwaneke otomobîlên karkerên komnpanyaya Simavo ya Kenedî kirin.

Di êrîşê de 37 karker hatin kuûtin û 60 karker jî birîndar bûn.

Hatiye ragihandin, karkerên wê kompanyaya Kenedî di nava 5 otobusan de bûn û ber bi cihê karê xwe ve diçûn ku di rê de li nêzîk bajarokê Bongo yê Borkînafasoyê rastî êrîşa komeke çekdar hatine. Wê koma çekdar destpêkê bi teqandina bombekê karwana otobusên karkeran rawestandine û paşê kesên di nava otobusan de dane ber gulleyan.

Karê sereke yê kompanyaya Kenedî, derxistina zêr li kanên ên li Borkînafasoyê ye.

Heta niha ti komeke çekdar û aliyekê berpirsatiya xwe li hember wê êrîşê neragihandiye. Li herêmê hejmarek komên çekdar ên tundrew û îslamî hene û guman heye, ku êrîş ji aliyê wan komên tundrew ên îslamî ve hatine encamdan.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.