1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Di erdheja navend Îran bû da li Wanê 9 kes mirin
Di erdheja navend Îran bû da li Wanê 9 kes mirin

Di erdheja navend Îran bû da li Wanê 9 kes mirin

A+A-

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand di erdheja li ser sînorê Tirkiye-Îranê çêbû da 9 welatî mirin û 37 kes jî birîndar bûn. 

Koca li ser Twîtterê der barê erdheja li ser sînorê Tirkiye-Îranê çêbû da peyamek weşand.

Wezîr Koca got erdhejê zirar da Başkaleya navçeya Wanê jî û wiha dewam kir: "9 welatiyên me mirin, 37 birîndarên me hene ku rewşa 9 kesan giran e. 25 ambulans, ambulanseke firoke û 13 tîmên UMKEyê demildest gihîştin cihê bûyerê. Rewşa 9 kesan giran e, ji bo birîndarê din çi ji destê me tê em dikin."

Fahrettîn Koca ji bo kesên di erdhejê da mirine got rehma Xwedê li wan be û ji bo birîndaran jî şifa xwest.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der heqê erdheja ser sînorê Tirkiye-Îranê da gotibû:"Li gundê Ozpinarê 7 welatiyên me, li gundê Guvendîkê jî welatiyekî me mir. Bi tevahî 8 welatiyên me mirin."

Soylu di weşana zindî ya CNN Turkê da daxuyanî da û diyar kir, li ser erdhejê ji 4 gundên Başkaleyê agahî hatin, wan ekîb şandin herêmê.

Soylu diyar kir, piştî erdhejê ekîbên lêgerîn û xelaskirinê û gundî ji bo xelaskirina welatiyên binê kavilan xebitîn û wiha dewam kir:"Li gundê Ozpinarê 7 welatiyên me, li gundê Guvendîkê jî welatiyekî me mir. Bi tevahî 8 welatiyên me mirin. Walî ji min ra got ku vê gavê kes binê kavilan da nemaye."

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.