1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Di du gorên komî de termê 130 Kurdên Êzdî hate dîtin
Di du gorên komî de termê 130 Kurdên Êzdî hate dîtin

Di du gorên komî de termê 130 Kurdên Êzdî hate dîtin

Li Şingalê, du gorên komî yê Kurdên Êzdî hat dîtin û te gotin ku di wan goran de herî kêm 130 term hene.

A+A-

Piştî rizgarkirina naçveya Şingalê du gorên komî yên Kurdên Êzdî yên ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin, hatine dîtin.

Derbarê mijarê de Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gundê Gir Uzêrê yê Şingalê goreke komî hat dîtin ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn qetilkirin.”

Mehma Xelîl diyar kir ku di wê gorê de herî kêm 50 term hene ku tê gotin hemû zilam in.

Duhî jî li Şingalê gorrek komî hat dîtin, tê gotin ku di wê gorrê de cenazeyên 80 kurdên êzîdî hene ku piraniya wan pîrejin in û ji aliyê DAIŞê ve hatine qetilkirin.

Roja Înê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi piştgiriya balafirên hevpeymaniya navdewletî, di operasyoneke berfireh de, karîn Şinglê ji destê DAIŞê derxînin û bi temamî kontrol bikin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.