1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Di dîrokê de Miks û mîrên Miksê
Di dîrokê de Miks û mîrên Miksê

Di dîrokê de Miks û mîrên Miksê

A+A-

Miks li her dewra dîroka tê zanîn de bajarekê giringê li herêmê bûye. Dema împaratoriya Romaya rohilatî de wekî Cizîrê, navendekê leşkeriyê giringtirînê li ser sînorê Romayê li rohilatê bûye. Wê demê herêm bi navê “Eyaleta Moxoene” hatiye qeyd kirin ko navê Miksê ji xwe wê navê tê. Miks, piştî Romayê jî bajarekê giring bûye. Hebûna madena hesin a li herêmê û çemê Miksê ko şaxekê çemê Dicleyê ye, tesîreke mezin û erênî li ser jiyan û avahiya li Miksê kiriye.

Miks ne tinê di warê erdnasîyê de, her wisa di warê çand û hunerê de jî, xala yekbûna herêma Hekarî û ya Botan bûye. Ji ber wê qasê, di dîrokê de, di gel her du herêman warê siyasî, bazirganî, çand û hunerê de têkilî û danûstandin pêk aniye. Dema meriv avahiya Miksê a xwemal û serbixwe dinêre û lêdikole, têkilî, raydan û danûstandinên navbera wan herêman de dibîne.

Taybetiya Miksê ya mezin a di warê çand û hunerê de ewe ko tevî cîranbûna wan her du herêman, ko her du jî çand û hunera kurdî de xwedî cihekê bilind in, çand û hunereke xweser kariye saz bike. Miks, di gel mîrê navdar Mîr Hesenê Welî, warê zanistî û perwerdehiyê de, li herêmê, sazûmana medreseyan rakiriye radeyeke bilind û bi rûmet ko sedan salan bûye bajarekê navenda zanistiyê. Di warê wêje û edebiyatê de jî bi hozanê nemir Feqiyê Teyran, saziya xwe a çand û hunerî bi rewşeke xweser avakiriye û ew sazûmana hunerî kariye bigihîne sedsalên paşê.

Ji bo xwendina vê lêkolînê bi formata pdf li ser vêderê bitikîne

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.