1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Di Çiyayê Agirîn a Kîlaueayê ya li Hawaîîyê da teqîn çêbû
Di Çiyayê Agirîn a Kîlaueayê ya li Hawaîîyê da teqîn çêbû

Di Çiyayê Agirîn a Kîlaueayê ya li Hawaîîyê da teqîn çêbû

A+A-

Hat daxuyandin Çiyayê Agirîn a Kîlaueayê ya li Hawaîîya eyaleta Amerîkayê ye teqîn çêbû.

Navenda Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand di kratera Halemaumauyê ya Çiyayê Agirîn a Kîlaueayê da teqîn çêbû.

Piştî teqînê agir, xaz û dûyê ji çiya pekiya heta esman bilind bû.

Hat gotin ev teqîn li Parka Neteweyî ya Çiyayên Agirîn ya ku lê mal û kargêh tunene çêbûye.

Rayedarê USGSYê Ken Hon daxuyand agir û xaza çiya pekiya negîhîştiye cih û warên gel lê dijî.

Piştî teqînê asta hişyariyê ya çiyayê agirîn wek "sor" hat eşkerekirin ku ev tê meneya talûkeyê.

Ji sala 1983yan vir va di Çiyayê Agirîn a Kîlaueayê da teqîn çêdibin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.