1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Di 250 salên dawîn da 571 cinsên nebatan qeliyan
Di 250 salên dawîn da 571 cinsên nebatan qeliyan

Di 250 salên dawîn da 571 cinsên nebatan qeliyan

A+A-

Di xwezayê de 571 cureyên nebatê di heyama 250 salên dawiyê de tine bûne.

 

Zanyarên ji Zanîngeha Stockholmê û lêkolînerên ji Baxçeyên Botanîk ên Qraliyeta Brîtanyayê, di encama xebata xwe de tesbît kirin ku di 250 salên derbasbûyî de li ser rûyê erdê 571 cureyên nebatan qeliyan.

 

Dr. Aelys Humphreysê ji Zanîngeha Stockholmê diyar kir ku bi vê xebatê cara yekemîn lêkolîn û nirxandina wê yekê tê kirin ka kîjan cure nebat li kîjan herêmê qeliyaye.

 

Dr. Eimear Nic Lughadha jî bal kişand ku tinebûna nebatan ji bo hemû candaran xetereyeke cidî ye û wiha pê de çû: "Însan jî di navê de bi hezaran cinsên candar, ji bo domandina jiyana xwe pêwîstiya wan bi nebatan heye. Di vê qonaxê da heger em bizanibin ka kîjan nebat li kîjan herêmê qeliyaye, wê gavê em dikarin bernameyên parastinê saz bikin."

 

Di raporeke ku bi destê Neteweyên Yekbûyî (NY) meha gulanê hatibû weşandin de hatibû ragihandin ku xetereya qelandin û tunebûnê li ser nêzîkî milyonek cinsên candar heye.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.