1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Dersînorkirin hat rawestandin!
Dersînorkirin hat rawestandin!

Dersînorkirin hat rawestandin!

A+A-

 

Piştî ku zarokên bi rêyên neqanûnî hatine Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hatin girtin û cudakirin, ew û malbatên wan hatin anîn kêleka hev û dersînorkirina wan jî bi awayekî mueqet hatin rawestandin-sekinandin.

 

Dana Sabrawê qazîyê Meḥkemeya Herêma Federal (ACLU), li ser neqayîlbûna Yekîtîya Azadîyên Sivîl a Emerîkan biryar-qerar da ku dersînorkirina malbatên yekkirî bi awayekî mueqet were rawestandin-sekinandin.

ACLU serî li mehkemeyê da û xwast ku ji dê û bavên bi zarokên xwe re hatine kêleka hev re ji bo bextxwazîyê ḥefteyek zeman were dayîn.

Sabrawê qazî bere jî biryar-qerar dabû ku zarokekî 7 salî di nava 14 rojan de, zarokekî 14 salî jî di nava 30 rojan de were gihandin malbata wî.

Sabraw, ji bo ku biryar-qerar ji bo bûyerên bi wî awayî bibe nimûne, danzînîneke neteweyî eşkere kiribû.

Di danzanînê de hatibû dîyarkirin ku zarokên kêmtirî 14 salan bi kêmayî di nava 14 rojan de, yên ji 14 salan mezintir lê ji 18 salan piçûktîr jî bi kêmayî di nava 30 rojan de werin dayîn malbatên wan.

Donald Trumpê serekê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) navendên koçberîyê ava kiribûn û di nava hefteyekê de bêtirî 2 hezar zarok ji mabatên wan hatibûn cihêkirin.

Trump, meha çûyî biryarnameyekê derxistibû, bi biryarnameyê dev ji cudakirina zarok û malbatan berdabû ku zarok û malbat dîsa bên kêleka hev û di heman cîhî de bimînin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

             

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.