1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Dergeheke din di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de tê vekirin
Dergeheke din di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de tê vekirin

Dergeheke din di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de tê vekirin

Kar li ser vekirina dergeheke nû di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de, li devera Barzan berdewam e.

A+A-

Di sala 2014an de, rezamendî li ser vekirina Dergeha Zêtê ji bo karên bazirganî û geştyarî, di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hat dayin, lê bi sedema kirîza abûrî û cenga li dijî DAIŞê, karên vekirina wê dergehê hatin rawestandin.

Lê ev bû nêzîkî mehekê dubare kar li ser vekirina wê dergehê têkirin û di xunaxa yekem de, kar li ser vekirina riyeke berfireh têkirin.

Ji bilî Parêzgeha Hewlêrê, wê Dergeha Zêtê mifayê li bazarên parêzgehên Silêmaniyê û Helebçe jî bike, ji ber ku wê ew bibe nêzîktirîn dergeh ji bo veguhestina keresteyên Tirkî, di demekê de, ku sizayên Amerîka li ser Îranê, hiştiye ku pêwîstiya bazarên Kurdistanê bi keresteyên Tirkiyê zêde bibe.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.