1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Değirmen Dergisinin Diyarbakır Paneli
Değirmen Dergisinin Diyarbakır Paneli

Değirmen Dergisinin Diyarbakır Paneli

Değirmen dergisi çıkardığı Diyarbakır özel sayısının tanıtımını yapmak amacıyla Diyarbakır’da Cahit Sıtkı Tarancı Kültür Merkezinde panel düzenledi. Paneli Değirmen Dergisinin genel yayın yönetmeni Rüstem Budak yönetti.

A+A-

Değirmen dergisi çıkardığı Diyarbakır özel sayısının tanıtımını yapmak amacıyla Diyarbakır’da Cahit Sıtkı Tarancı Kültür Merkezinde panel düzenledi. Paneli Değirmen Dergisinin genel yayın yönetmeni Rüstem Budak yönetti.

Panelin açılış konuşmasını Değirmen dergisinin genel yayın yönetmeni Rüstem Budak yaptı.  Açılış konuşmasından sonra Bülent Sönmez Diyarbekir Bu mudur ? Adlı şiiri okudu. Selamlama konuşmasını ise dergide kürtçe “Diyarbekir Hêlina Medenîyetê ye” adlı makalesi ile katkı sunan Yazarımız Fikri Amedi yaptı.  Amedi konuşmasında Değirmen dergisinin Diyarbekir özel sayısının Kürt ve Türk halkı arasında barış ve kardeşlik köprüsü olması dileklerini ileterek  konuşmasına Kürtçe olarak Şöyle devam etti:

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm 

Hemd, ji bo Wî Xwedayê kû Rebbê hemî alemê ye. Ew Xweda Rehman û Rehim e

Xwedîyê roja xelat û cezayê ye. Em, ji wî tenê ra îbadet dikin û em ji wî tenê alîkarî dixwazin. Em hêvî dikin ku Xwedê  me bigîhîne ser rêya rast. Rêya wan kesên ku nîmet li wan kirî ye. Ne rêya wan kesên ku xezeb li wan hatıye kirin û ên ku ketine delaletê.

Hun tev bi xêr hatin ser seran û ser çavan re hatin. îro kovara Değirmenê xizmetek mezin, xizmetek bi wate aniye cî. Ez wusa bawer dikim ku di nava bajaran de hilbijartina Amedê jî ne betalîye ne hilbijartinek vala ye. Kovara Değirmenê bi peyamên aşîtî û biratîyê hate Ameda rengîn, ameda qedîm ameda ku hêlîna medenîyetê û navenda Kurdîstanê ye. Ez ji kovara değirmenê re sipas dikim ku xizmetek awa kiriye û ez hêvî dikim ku ev ked û xebata bi wate di nava kurdistan û Turkistanê de bibe pira aşîtî û biratîyê.

Amed ne îro bi hezaran sale di rojhilata Navîn de rolek mezin dilîze. Dewlêtên ku Xwestine li Rojhilata navîn hakimyetê ava bike berê çavê xwe li derîyê Anatolîya û Mezopotamyayê bajarê Amedê pîs kirine. Her wekî ku Ewlîya Çelebî dibêje:

“Ez li dinyayê geryam min li ser rûyê erdê bajarekî wek şehrê Amed xweşik nedît. Ez rastî bajarekî awa paqij, mirovên merd û mêvandar nehatim. Wek zerika hêkê, lal û zumrudê Mezra Botan rohnî dike. Bi gul û bexçên Hewselê bêhna dilê xwe dide Rojhilata Navîn.

Gerokê Fransiz Paul Lukas Diyarbekir û Medenîyeta ku li Diyarbekirê xulf daye wuha tîne ziman: “Heya îro di nava bajaran de min bajarekî wek Dîyarbekir bi tertîb û nîzam li cîyekî din nedît.”

Gerokê bi nav û deng William Heude jî di derheqê Dîyarbekirê de wuha dibêje: “Bi paqijîya xwe bi tertîb  û nîzama xwe, bi xweşikbuna kuçe û kolanên xwe min bajarekî ku bi Dîyarbekirê re pêşbazîyê bike nedîtî ye.

 Zanînên di destê me de, qala 22 heb dêrên ku Keldanî, Suryanî, Nasturî, Ermenî û Ruman tê de îbadet dikirin dike. Diyarbekir ji her oli, ji her mezhebî, ji her milletî û ji her qewmî gulîstanek ava kiribu. Herkesî bi reng û dengê xwe ev bexça xemilandibu.

Lê Kemalîstên hov û totolîter bi îmha û înkarê bi asîmîlasyonê ev bexçê medenîyetê yek bi yek wêran kir. Kuşt, koçber kir û her der talan kir. Dilê Amedê wek kela Amedê reş kir. Îro Amed di nava bêdengîya xwe de lal ma ye. Di destê Nemrud û Dehaq ên hemdem de zarokên xwe bi saxî dixe gorê. Di her malekê de şîn, di her çavekî de hêsir û ji her dilekî xwîn diherike.

Amed emaneta Şêx Seîdê Kal, hêvîya Seyyîd Ebdilqadir,  agirê dilê Salih Begê Hênî, dermanê destê Doxtor Fuad, hesreta dilê Mele Mansûr, evîna dilê Fîdan Göngür, hewara Mele Ubeydullahe ku ji me re hiştî ye.

Ax xwezî ev kevirên reş bihatana ziman û ji me re qala van mêrxasan û îsyan û hewar wan ya dîrokî bikirina. Wan bi xwîna xwe ji me re peyamek nivîsandin, wan gotin emê xwîna xwe ji bo war û welatê xwe ji bo axa xwe ya pîroz biherikînin nav vê axê ku bila ruh û can bixe we mirî û nîvmirîya. Dibe ku xwîna me ji nifşên nû re bibe nîşanên rêya azadî û tekoşînan hezar salî.

Bextê amedê wek kevirê Amedê reş buye. Lê van egît û mêrxasan bi xwîna xwe ev qedera genî ev qedera ku teslîmîyet telkînê me dikir xerab kirin mîrasekî ku emê ji nû ve de pê xulf bidin ji mere hiştin.

Ez di dawîya dawîn de ji kovara Değîrmenê re, ên ji bo derketina vê kovarê keda wan derbas bune bi helbest û nivîsên xwe kovar xemilandine re sipas dikim û ez dîsa dibêjim hûn tev xêr hatin seran û ser çavan re hatin Ameda rengî û şêrin mala we ava

Selamlama konuşmasından sonra panele geçildi. Panelde Ercan Çağlayan ”Diyarbekir’den Diyarbakır’a bir cumhuriyet şehrini tahayyül etmek ” adlı sunumunu yaptı. Çağlayan sunumunda 1923ten 1980’lere kadar özelde Diyarbakır’da genelde tüm Kürdistan’da Kemalist rejimin inkar, asimilasyon ve ret temelli politikalarından bahs etti. Çağlayan konuşmasının devamında devletin cumhuriyet tarihi boyunca devletin Türkleştirme ve seküllerleştime politikalarını devreye sokarak Kürdistan’da kültürel bir soykırım uyguladığını Türk ocakları, Köy ensütüleri , halk evleri ve yatılı bölge okulları üzerinden toplum mühendisliği yaptığını belirti. Çağlayan 1950’lere gelinceye kadar Kafkaslar’dan ve Balkanlar’dan 10300 Türk’ün Diyarbakır’da iskan edildiğini, 3000 kürdün ise Türkiye’nin değişik yerlerinde zorla iskan edildiğini el konulan arazilerinin ise Türklere dağıtıldığını belirtti.

Daha sonra Söz alan Serdar Bülent Yılmaz “Kıyıya vuran ceset medeniyetten maduniyete bir şehrin ölümü”  adlı sunumunu yaptı. Serdar Bülent sunumunun devamında Şöyle konuştu: “ Diyarbakır’ın medeniyetten maduniyette düşme sebebinin batılılaşma, ulus devlet ve sekülerizm olduğunu Türk ulus devletinin imha, inkar ve asimilasyon politikalarının özellikle doksanlarda Diyarbekir’de büyük acılar yaşattığını belirtti. Doksanların Kürt halkında büyük bir travmaya sebep olduğunu bu travmayı hemen hemen toplumun tüm kesimlerinin yaşadığını faili meçhul cinayetlerin, kirli örgütlenmelerin, işkence ve göçün kürt toplumuna büyük acılar yaşattığını bu acıların bıraktığı yaralarında  kolay kolay sarılamayacağın belirtti.

Daha sonra Mehmet Ali Abakay “fotoğraflarla Sur içinden Diyarbakır adlı power point sunumunu yaptı.

Menderes Taşkıran ise  “Barış elçisi Sait Şanlı” adlı sunumunu yaptı. Taşkıran Sait Şanlı’nın 493 kan davasını çözerek bölgede asıl barış elçisi olduğunu ve ömrünün tümünü barış uğrunda harcadığını dile getirdi.

Panel bazı kurumlara plaket verilmesinden sonra sona erdi.  

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.