1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Dê Wezîrên Derve yên Tirkîyeyê, Rûsyayê û Îranê li Astanayê hev Bibînin!
Dê Wezîrên Derve yên Tirkîyeyê, Rûsyayê û Îranê li Astanayê hev Bibînin!

Dê Wezîrên Derve yên Tirkîyeyê, Rûsyayê û Îranê li Astanayê hev Bibînin!

A+A-

 

Alîkarê Wezîrê Derveyê Rûsyayê Mikhael Bogdanov (Mîxael Bogdanov) di daxuyanîya xwe ya li Moskovayê de eşkere kir ku dê kombûna nû ya di nava Tirkîyeyê, Rûsyayê û Îranê de ji bo Sûrîyêye tê pîlankirin dê di dereceya serekwezîrên derve dê li Astanaya payîtexta Kazaxistanê were lidarxistin.

 

Bogdanovê ji acansa xeberên Ûris re axifî eşkere kir ku tê pîlankirin ku dê kombûn di meha adarê de pêk were.

Hefteya çûyî Receb Teyyîb Erdoẍanê Serekdewletê Tirkîyeyê bi Vladîmîr Pûtînê Serekdewletê Rûsyayê re bi rêya têlefonê axaftibû û piştî axaftinê jêderên Enqereyê dabûn zanîn hatiye biryardayîn ku zîrweya didoyê ya serekên Tirkîye, Îran û Rûsyayê li Soçîyê pêk anîbûn li Stenbolê were lidarxistin.

Lêbelê di vegotina ji Kremlînê hatî de jî hatibû xuyandin ku cîh û zemanê hevdîtinê eşkere nebûye.

Serekên Tirkîye, Rûsya û Îranê di meha Çîrîya Paşîn (Qasim) a çûyî de li Soçîye hev dîtibûn û biryar dabûn ku di krîza Sûrîyeyê de bi hev re tev bigerin. Tirkîye, Rûsya û Îran di heman demê de welatên garantor ên proseya Astanayê ne jî. Alî, di çarçoveya proseya li Astanayê hatibû destpêkarin de ji bo rawestandina şerê Sûrîyeyê didin û distînin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

 

 

                       

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.