1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Dê ji Tirkîyeyê Elektrîk Were Girêdan Efrînê
Dê ji Tirkîyeyê Elektrîk Were Girêdan Efrînê

Dê ji Tirkîyeyê Elektrîk Were Girêdan Efrînê

A+A-


Abdulkadir Selvi (Ebdulqadir Selvî), piştî ku Efrîn ket destê TSK (Hêzên Çekdar ên Tirk)ê tiştên nû bi sernivîsa “Li Minbîc û Efrînê Tiştên Serekî Hatin Xuyandin” di quncikê xwe de bi lêv kirin:

 

Ji bo ku li Efrînê valahîya birêvebirinê rû nede amadekarî hatine kirin. Roja ku Efrîn bi dest ket li Entabê bijartina encûmena bajêr dihat kirin.

1) Bi dayîna ber çav a avahîya demografik-nifûsî ya Efrînê tê koşin ku meclisên birêvebirinê yên “hêza nûnerîya wan xurt” werin avakirin. Dê ji nava meclisa birêvebirinê ‘endama birêvebirinê’ ya bajêr bi rê ve bibe were bijartin.

2) Li Anqereyê kombûnên ji bo birêvebirina kar û barên binaxî yên wek elektrîkê û avê tên pêkanîn.

3) Dê polês û eskerên ‘asayîşê’ yên di serî de bi meclisên birêvebirinê ve girêdayî werin sazkirin. Dê esker û polêsê herêmî ji nav Sepeya Sûrîyeya Azad (SSA) û hêmanên herêmî yên niha li Efrînê dijîn were bijartin. Dê hêzên taybet û JÖH (Tevgera Taybet a Cendirmeyan) tiştan hînî eskeran, PÖH (Tevgera Taybet a Polêsan) hînî polêsan bike.

4) Li Efrînê 7 neḥye, 292 gund û 372 mezreʕ hene. Dê li wan deran jî yekîneyên birêvebirinên herêmî bi navendîya neḥyeyan werin sazkirin.

5) Divê li Efrînê 25 kîlometre rêya parkirî û 300 kîlometre jî ya stabîlîze were çêkirin.

6) Di nava Efrînê û Hatayê yan jî Kilîsê de derîyekî din ê sînorî-tixûbî dibe vebe.

7) Li Efrînê elektrîk û ava vexwarinê teşqeleye ye. Pêdivêya elektrîkê ji berajan û bi generatorê peyde dibe. Beraj, bi tene têra sêyekê pêdivêya elektrîkê dikin. Dibe ji Tirkîyeyê elektrîk were girêdanî Efrînê.

8) Li Efrînê 5 nexweşxaneyên bi 370 textên razanê xizmetê dikin hene. Lê bi tenê li yekê ji wan neştergerî- emelîyat dikare were kirin. Nexweşxane, divên bi wezîfedarên siḥḥetê û alavan werin xurtkirin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

                                       

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.