1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Davûtoglu: Ez li hember girtina Demîrtaş ne berpirsiyar im
Davûtoglu: Ez li hember girtina Demîrtaş ne berpirsiyar im

Davûtoglu: Ez li hember girtina Demîrtaş ne berpirsiyar im

A+A-

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê, Ahmet Davûtoglu ragihandiye, ew li hember girtina hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş de berpirsiyar nîne.

Ahmet Davûtoglu ku bi rojnameya The Financial Times a Brîtanî re axiviye, derbarê gotegotên avakirina partiyeke nû û herwiha girtina hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş de nêrîna xwe aniye ziman.

Davûtoglu li ser mijara avakirina partiyeke nû li Tirkiyê, ew yek gotiye ku ew hêj jî endamê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ye û diyar kiriye, ew ji bo pêkanîna reforman di AK Partiyê de xwe berpirsyar dibîne, lê belê ew zêde bi hêvî nîne.

Davûtoglu daye xuyakirin, serdemekê AK Partiyê giringî dida dadmendî, azadî û azadiya fikr û ramanê, lê belê bi gotina wî di wan 3 salên dawiyê de ew nirx û prensîp hatine piştguhxistin.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Davûtoglu li ser pirsa derbarê avakirina partiyeke nû li Tirkiyê de ragihand, ew dixwazin “keşûhewayeke siyasî yê nû li Tirkiyê çê bikin” û tekez kir: “Tişta ku me pêwîst e, vebûn û zelalî û psîkolojiyeke nû ye, ku li ser esasê azadiya derbirînê û netirsînê hatibe avakirin.”

Tê gotin ku yek ji rayedarên hikûmeta Tirkiyê yên ku bûne sebeba girtina Demîrtaş, Davûtoglu ye. Davûtoglu li ser vê mijarê gotiye: “Demîrtaş şeş mehan piştî îstifaya min hat girtin ji ber wê jî ez li hember girtina wî berpirsiyar nînim. Ew mijar, pêvajoyeke hiqûqî ye û tiştek ji destê min nayê.”

Selahedîn Demîrtaş ji payîza 2016 ve û bi tohmeta endamtiya rêxistina terorê hatiye girtin.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.