1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. DAIŞê paytexta xwe ji Reqayê vedguheze Dêrazorê
DAIŞê paytexta xwe ji Reqayê vedguheze Dêrazorê

DAIŞê paytexta xwe ji Reqayê vedguheze Dêrazorê

Rêxistina DAIŞê paytexta xwe ji bajarê Reqayê vedguheze Parêzgeha Dêrazorê ya nêzîkî sînorê Iraqê, ew yeke jî piştî operasyonên Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî bi serokatiya Amerîkayê li ser wî bajarî hat.

A+A-

Tora "FoxNews" a Amerîkî  li ser zarê hin berpirsên leşkerî yê Amerîkayê ragehand ku, êdî rêxistina DAIŞê xwe li bajarê Dêrazorê cihgirtiye, ew bajar bi 90 K.m, ji bajarê Reqayê dûre, da zanîn ku, di her du mehên borî de bi sedan serkirdeyên DAIŞê bajarê Reqayê bicih hiştine.

Berî niha Serkirdayetiya Navendî ya Amerîkayê kuştina berpirsekî rêxistinê bi navê Ebdulrehman Ozbekî li bajarê Meyadîn di operasyonekê de ragehandibû.Li gor berpirsên leşkerî yên Amerîkayê serkirdeyên DAIŞê li bajarê Reqayê nemane.

Herwiha gelek rapor derbarê veguheztina serkirde û malbatên DAIŞê ji bajarê Reqayê bo parêzgeha Dêrazorê hatibûne belav kirin, ev pêngava DAIŞê jî ji sedema êrîşên Hêzên Hevpeymaniya Navnetweî li ser bajarê Reqayê ye.

 

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.